PDK û YNKê ji bo pêngavên pêwîst bo pêkanîna komîteyeke taybet ji hemû aliyan, ji bo pêkanîna pêvajoya referandumê biryar dan û amadekariyên bingehîn bavêjin û bang li tevahiya gelê Kurdistanê kirin ku “di vê pêvajoya giring de netewî û niştimanî de hevkar û piştevanî bin”
Di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de îro PDK û YNK li Hewlêrê civiyan û hewl û xebatên ji bo lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê gotûbej kirin
Piştî civînê, daxuyaniyeke nivîskî encamên nirxandin û gengeşiyên her du aliyan li ser hewlên bo referandumê hatin aşkerekirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku her sê komîteyên ji bo serdana Bexdayê, serdana partî û aliyên siyasî û netewî yên Kurdistanê û civînên bi balyozxane û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê re hatibûn avakirin, raportên xwe pêşkêşî civînê kirin û biryarên pêwîst hatin standin.
BANGÎ HEMÛ ALIYÊN KURDISTANÊ HAT KIRIN
Herwiha PDK û YNK bo referanduma serxwebûna Kurdistanê, bang li tevahiya gelê Kurdistanê kirin: “Civînê daxwazek arasteyê kesûkarên şehîdan û pêşmergeyên netirs, hemû hêz û aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û medyakar û tevahiya gelê Kurdistanê kir, ku di vê pevajoya giring û netewî û niştimanî de hevkar û piştevanî bin”.
sputniknews