’Tişta ku tê kirin mafeke destûrî û yasayî ye’’
Endamê polîtburoya YNKê amaje bi vê yekê dike ku nêrîna aliyên Iraqê û herêma Kurdistanê li ser pirsa referandomê berdewam dibe û heta naha nêrîna aliyan jî baş bûye.
Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şanda herêma Kurdistanê ya Bexdayê dê xebatên xwe berdewam bike û îro li ser pirsa referandomê çûye û sibê jî li ser pirsên din ên hatine cemidandin ên di navbera her du aliyan dê biçin, ji ber vê bendevarî hene ku gotûbêjên di navbera her du aliyan berdewam bike.’’
Ew endamê polîtburoya YNKê got: ‘’Heta naha tiştên ku gotûbêj li ser hatine kirin, di navbera şanda herêma Kurdistanê û aliyên Bexdayê de pirsa referandomê bûye, ku diyare nêrînên aliyên Iraqê jî pir başe û dijî referandomê nînin, lê ev pirseke pêwîstiya xwe bi gotûbêjê heye û divê Bexda ji wê yekê bê têgeheştin ku tişta tê kirin mafeke destûrî ye û yasayî ya xelkê herêma Kurdistanê ye ku, biryara çarenivîsa xwe bide.’’