Ana SayfaKURDISTAN600 çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê li ser xwepêşandanan daxuyaniyek belav kirin

600 çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê li ser xwepêşandanan daxuyaniyek belav kirin

Çalakvanan di daxuyaniya ku şeva borî beleavkirin de şeva borî, berpirsyariya “rûdanên diltezîn” û “rewşa aloz a welat” xistine stûyê rayedaran û aliyên peywendîdar û gotin, “Duristkirina atmosfera aloz, tirs û milîtarîzekirina Kurdistanê kela xelkê zêdetir û bihêztir dike ji bo bidestxistina mafên ku ji dest dane.”

Çalakvan her êrîşeke li ser milkên şexsî û giştî û dezgehan red dikin û anîn ziman, “Xebata herî baş, xebata sivîl û dûrî tundûtûjiyê ye” û bang li welatiyan kirin ku di çalakiyan de ji her cure tundûtûjiyan xwe dûr bigirin.

Çalakvan red dikin ku xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê “destê cudaxwazî” tê de hebe û “girêdayî biyaniyan” be.

Rayedarên Îranê xwepêşandanan wek serhildan bi nav dikin û dibêjin, ji bilî hêzên dijberî Îranê, destê dijminên Îranê yên weke Îsraîl, Amerîka û Erebistana Siûdî jî tê de heye.

Çalakvanan nerazîbûna xwe li dijî reftarên hêzên ewlehiyê yên Îranê ku “gule li çav û cihên din ên hestiyar ên laş” didin û destnîşan dikin ku birîndar ji tirsa girtinê newêrin biçin nexweşxaneyan. Her wiha hêzên ewlehiyê cenazeyên kuştiyan nadin malbatên wan.

Çalakvanên ku piştgiriya xwe ji vê daxuyaniyê re anîne ziman ji çînên cuda ne, di nav de mamosteyên zankoyan, nivîskar, endazyar û pizîşk jî hene.

Xwepêşandan di 17ê Îlona 2022an de li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî veşartina cenazeya Jîna Emînî dest pê kir. Jîna Emînî ya 22 salî ya ji Seqizê roja 13ê Îlona 2022an ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve li Tehranê hatibû girtin û piştî sê rojan ji ber îşkenceya polîsan canê xwe ji dest dabû.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights