Ana SayfaGIŞTÎ32 PARTIYÊN SIYASÎ YÊN HERÊMA KURDISTANÊ BANG LI CÎHANÊ KIRIN

32 PARTIYÊN SIYASÎ YÊN HERÊMA KURDISTANÊ BANG LI CÎHANÊ KIRIN

32 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş dan û ragihandin: Em bi tundî êrişên serbazî û biryarên siyasî û abori yên hikûmeta Iraqê, ku di derheqê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanê yên li derveyî rêveberiya Herêmê hatine encam dan şemezar dikin û red dikin.

Îro 32 partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo gotûbêjkirin û nirxandina rewşa Kurdistanê piştî êrişên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ji bo ser Kerkûkê û navçeyên Kurdistanê yên din li Hewlêrê civiyan û daxuyaniyek hevbeş belav kirin.

Di vê daxuyaniyê de, her 32 partiyên siaysî ji tevahiya pêkhateyan dan xuyakirin: Em van êriş û biryarên Iraqê bi nedestûrî û nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dizanin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin, ev kirdarên sebazî yên Iraqê nabin defakto û demkî ne.

Naveroka daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Hemû aliyên siyasî tekezî li ser yekrêzî û yekdengiya hemû hêz û aliyên siyasî yên li Kurdistanê kirin û ji bo serkeftin û çareserkirina pirsgirêkan vê yekê weke zemîn dizanin

Em bi tundî êrişên serbazî û biryarên siyasî û aboriyên hikûmeta Iraqê, ku derheqê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanê yên li derveyî rêveberiya Herêmê hatine encam dan, şemezar dikin û red dikin. Em van êriş û biryarên Iraqê bi nedestûrî û nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dizanin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin, ev kirdarên sebazî yên Iraqê nabin defakto û demkî ne.

“HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ NÛNERTIYA GELÊ KURDISTANÊ DIKE”

Em bersivê didin banga civaka navnetewî û hevalbendên xwe em amade ne tevahiya pirsgirêkan bi rêya guftogayan çareser bikin û em her tim ligel wê yekê bûne. Lê mixabin aliyê Iraqê mantiqê serbazî ji xwe re hilbijartiye. Ji ber vê yekê jî em niha amade ne dest bi diyalogên bê merc û li gorî destûr û dûr ji siyasetên ferzkirinê bikin. Divê Iraq di çarçoveya naskirina mafên Kurdan de bê li ser maseyê gotûbêjan û ji bo vê mijarê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûnertiya gelê Kurdistanê dike.

Em weke aliyên siyasî bi tundî her hewldanên dixwazin du rêveberiyê ji nû ve zindî bike red dikin. Pêwîst e Herêma Kurdistanê ji bo her guftogoyên bi hikûmeta Iraqê re bê encamdan yekgirtî be.

Referandûm mafekî destûrî yê gelê Kurdistanê ye û em dev ji vê yekê bernadin û divê Iraq û civaka navdewletî ji ber vî mafî gelê Kurdistanê ceza neke.

BANG LI ÇAPEMENIYÊ JÎ HATE KIRIN

Em li vir ji medyayên bi ser partiyên siyasî û tevahiya dezgehên medyayî daxwazê dikin ku xwe ji zimanê xirab û nehênî dûr bixin. Pêwîst e nûçe û bûyeran bi rastî veguhezînin û aştiya civakî û yekgirtiyê biparêzin.

Em di dawiyê de slavên xwe pêşkêşî giyanê pak ên tevahiya şehîdên Kurdistanê û taybetî yên li Kerkûk, Xurmato û Xaneqîn dikin. Em têkoşîna pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê bilind dinirxînin û em rêzê ji wan re digirin. Em silavên xwe pêşkêşî xwîşk û birayên me yên bi zora hêzên iraqê koçberbûnê re jî dişînin.

Di dawiyê de îradeya gelê Kurd dê bi serbikeve û ti hêzek nikare mafên Kurdan tune bikin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights