Ana SayfaJINMêran di meha Îlonê de 26 jin kuştine

Mêran di meha Îlonê de 26 jin kuştine

Evrim Kepenek / BİANET

Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û netewî kom kirine; mêran di meha Ilonê de bi kêmanî 26 jin û du zarok kuştine.

Di meha Ilonê de mirina bi kêmanî 13 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn. Ew bajar ev in: (Antalya (1), Balıkesir (1), Bursa (1), Çorum (1),  Stenbol (1), İzmir (1), Meletî (1), Ordu (1), Sêwas(1), Zonguldak (4)

Mêran tundkarî li 71 jinan kiriye, îstîsmar bi kêmanî li 12 zarokên keç û kur kiriye, tacîz bi kêmanî li 16 jinan kiriye, du jin neçarî karkeriya seksê kirine. Mêran di meha Ilonê de tecawiz li sê jinan kirine.

Li Antakyayê zarokekî sûrîyeyî hatiye kuştin. Faîlên wê/wî nehatine dîtîn. Çapemeniyê kuştina zarokekî li Enqereyê “biguman” nivîsandiye.

Li Mêrsînê mêrek bûye sedema xwekuştina jina xwe. Ew jina sûriyeyî bûye.

2021-2022

Di neh mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 248 jin kuştine, tacîz li 118 jinan kiriye, 187 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 24 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 372 jin neçarî karkeriya seksê kirine, tundkarî bi kêmanî li 605 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di neh mehên destpêkê yên vê salê de çapemeniyê ji bo mirina 145 jinan gotiye ku “bigûman e”. Mêran di van neh mehan de bi kêmanî 32 zarok kuştine.

Di neh mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 234 jin kuştine, tacîz li 116 jinan kiriye, 111 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 617 jinan kiriye, tecawiz li 78 jinan kiriye. Bi kêmanî 507 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di neh mehên destpêkê yên sala 2021yê de, çapemeniyê ji bo mirina 170 jinan gotiye, “bigûman e”. Mêran di van neh mehan de bi kêmanî 25 zarok kuştine.

Kuştin

Mêran di meha Ilonê de bi kêmanî 26 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 26 bû. Her weha mêran bi kêmanî şeş mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.

Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî sê jin kuştine. Jinek ji wan welatiya Rûsyayê yek jî Estonyayê bû.

Navên jinên ku di Ilonê de mêran ew kuştine

A.E., Arzu A., Arzu E., Ayşe Kılıç, Berna Kargı B., Damla Çubukçu, Dilek Ç., Dilek K., Ezgi Deler, Fadime Cuma, Fatma Zehra Koruyan, Handan Ö., Hatice T., Hava S., Havva D., Jelana S., Kiraz B., Nur Efşan T., Pakistan D., Sabiha B., Sunay Aslan Kaya, Şermin Sarı, T.S, Vildan B., Y.B., Zeliha D.

Mêran li van bajaran jin kuştine

Edene (2), Amasya (1), Antalya (2), Dîlok (1), Bartin (1), Bursa (1), Ezirgan (1), Giresun (3), Stenbol (3), İzmir (1), Kirşehir (1), Mêrdîn (1), Mersin (2), Nîgde (1), Rîze (1), Samsûn (1), Şirnex (1), Riha (2).

Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi “hêcetan” 10 jin kuştine. Mêran 16 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine.

Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 21 jin kuştine. Kurê du jinan, xizmên sê jinan ew kuştine. Mêran 18 jin li malan, şeş jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin li ku kuştine.

Mêran 13 jin bi çekên guleber kuştine. 8 jî bi kêr û çekên mîna kêrê, pênc jin bi lêdanê kuştine. 

Pêvajoya hiqûqî

24 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 8 faîl hatine girtin. Heft faîl hatine desteserkirin. Çar faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê ji bo faîlekî nivîsiye ku “reviye” her weha çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan tiştek nenivîsiye.

Tundkariya li zarokan-Kuştina zarokan

Mêran di meha Ilonê de du zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hejmar çar bûye.

Bav zarokekî xwe kuştiye, zarokekî jî diya wê û destgirtiyê wê ew kuştiye.

Mêran zarokekê bi çekên gulexwar kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka zarokek bi çi awayî hatiye kuştin.

Navê zarokê ku hatiye kuştin

Z.B., Nazli E.

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Stenbol (1), Mêrsîn(1)

Pêvajoya hiqûqî

Sê faîl hebûn ku zarok kuştine. Du faîl hatine girtin. Faîlek xwe kuştiye.

Êrişa Zayendî / Tecawiz

Di meha Ilona 2022an de mêran bi kêmanî tecawiz li 3 kiriye. Par heman mehê ev hejmar 5 bû.

Mêran li nava malan tecawiz li 3 jinan kirine.

Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 2 mêrên ku tecawiz li jinekê kiriye kî ye. Xanîfroş tecawiz li jinekê kiriye. Her weha xizmê jinekê tecawiz lê kiriye.

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

Antalya(1), Amed(1), Eskîşehîr (1)

Pêvajoya hiqûqî

Çar faîl hebûne ku tecawiz li jinan kiriye. Jê sê hatine girtin, derbarê yekî de jî lêpirsîn destpê bûye.

Tacîz

Mêran di meha Ilonê de herî kêm tacîz li 16 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 10 bû.

Mêran 7 jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran bi girtina dîmen û fotografên 9 jinan ew tacîz kirine.

Mêran 16 jin li qadên derveyê mal tacîz kirine.

Destgirtiyê berê jinekê, seyaqê teksiye jinekê,  mêrê berê jinekê, karmendê tenduristiyê jinekê, dersdêr jinekê tacîz kiriye.  Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka çar mêrên ku 10 jin tacîz kiriye nas e an ne nas e.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Enqere (1), Bûrsa(7), Denîzlî(2), Dêrsîm(2), Stenbol(4), Karabuk(1)

Pêvajoya hiqûqî

9 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Tenê yek hatiye girtin. Sê faîl ji wezîfeyê hatine girtin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya 4 failan nenivîsiye. Derbarê faîlek de doz vebûye.

Îstîsmara li zarokan

Mêran di meha Ilonê de îstîsmar bi kêmanî li 12 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 13 bû.

Zarokekê destgirtiyê wê, yek bavê wê, yek şofêr, yek du xizmê wê û zarokekê jî dersdêrê wê ew îstismar kiriye.

Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 7 mêrên ku herî kêm tacîz li 7 zarokan kirine nas in an ne nas in.

Mêran zarok li qadên derveyî mal îstismar kirine.

Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine

Aydin (1), Burdur (1), Stenbol (5), İzmir (1), Kocaeli (1), Maraş (1), Rize (1), Tekirdag (1)

Pêvajoya hiqûqî

13 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Tenê 6 faîl hatine girtin. Du faîl serbest bûne. Faîlek hatiye desterkirin. Derbarê faîlek de doz vebûye. Ji bo faîlek lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye.

Tundkarî/birîndarkirin

Di meha Îlonê de meran tundkarî li 71 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 65 bû.

12 jinên ku meran tundkarî li wan kiriye, weke nexweşên nexweşiya wan “xedar e” birine nexweşxaneyan. Mêran bi kêmanî tundkarî li 13 jinan kiriye ku “biryarên parastinê” ji bo wan hatibûn dayîn.

Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye

Edene (2), Semsûr (1),  Enqere (2), Antalya (1), Aydın (1), Bursa (3), Denizli (1), Düzce (1), Edirne (25), Stenbol (20), Kayseri (3), Kırıkkale (1), Kocaeli (1), Mersin (1), Niğde (1), Sakarya (2), Samsun (1), Tekirdağ (2), Riha (2).

Hevjîn û destgirtiyê kevn ê bi kêmanî 55 jinan tundkarî li wan kiriye, Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 11 mêrên tundkarî kiriye û 8 jinên tundkarî li wan bûye, hev nas dikin an na. Bav, bira û endamên malbatê tûndkarî li pênc jinan kiriye. Bi kêmanî 10 polîsan tundkarî li 9 jinan kiriye.

Çapemeniyê hêceta tûndkariya mêran ku ya li 44 jinan kiriye nenivîsandiye. Mêran ji ber ku xwestine cuda bibin/lihev neyên tundkarî bi kêmanî li 16 jinan kiriye. Mêran bi sedema “nîjadperestiyê” êrîşî jinekê kiriye, di dema “bûyerên civakî” de tundkarî li neh jinan kiriye. Ji ber ku “bi telefonê axiviye” tundkarî li jinekê kiriye.  

Mêran derb li 50 jinan xistine û ew birîndar kirine, 2 jin şewitandine. 10 jin bi çekên gulebar birîndar kirine û neh jin jî desteser kirine.

Mêran li kargehê, li nava otobisê, li daristanê ango li derveyî malê tundkarî li 30 jinan kiriye, Li nava malê jî 28 jin birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran li ku tundkarî li 13 jinan kiriye.

Pêvajoya hiqûqî

72 faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. Bi tene sê faîl hatine girtin. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya heşt faîlan gotiğe “karûbarên fermî dane destpêkirin”, ji bo sê faîlan gotiğe, “reviyaye”, “lê diğerin”. 12 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê bi kêmanî rewşa hiqûqî ya 46 faîlan nenivîsandiye.

Karkeriya seksê ya mecbûrî

Mêran di meha Îlonê de karkeriya seksê ya mecbûrî, kêmanî bi 2 jinan dane kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 78 bû. Jinên ku neçarî karkeriya seksê hatine kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.

Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya sekse bûne

Antalya (2)

Pêvajoya hiqûqî

Sê faîl hebûn ku karkeriya sekse ya mecbûrî bi jinan dane kirine. Sê faîl jî hatine girtin. (EMK/AY-FD) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights