Ana SayfaGIŞTÎ17 JINÊN KURD BI SEDEMÊN SIYASÎ HATINE GIRTIN (VÎDEO)

17 JINÊN KURD BI SEDEMÊN SIYASÎ HATINE GIRTIN (VÎDEO)

17 jinên Kurd bi sedemên siyasî li Îranê girtî ne û tevî ku rewşa tendirustî ya beşek ji wan ne baş e, rê bi wan nayê dan, ku serdana nexweşxaneyan derveyî girtîgehan bikin.

Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, 2 girtiyên siyasî yên jin li Rojhilatê Kurdistanê cezayê zîndana heta hetayê bi ser wan de hatiye sepandin û 15 girtiyên din ên jin jî bi 105 sal û 6 meh hatine cezakirin.

Piraniya wan jinan bi tohmeta hewlên li dijî ewlehiya niştîmanî ya Îran û hebûna peywendiyên bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatine cezakirin.

Girtiyên jin ên kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê jî dibêjin, ku di dema girtinê  û lêkolînan de, bêrêzî li beramber wan hatiye kirin û gef jî li wan hatiye xwarin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights