Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊ16 rojnamevan hatin girtin

16 rojnamevan hatin girtin

Ji 22 kesên ku di 8’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin hatibûn binçavkirin de 16 rojnamevan jê hatin girtin. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu ku dozgeriyê ew sewqî Dadgeha Sulhê ya Nobedar kirin, hatin girtin.

Rojnamevan Esmer Tûnç, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Malbat û rojnamevanên li pêşiya edliyeyê disekinîn bi berzkirina dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Berxwedan Jiyan e” biryar şermezarkirin.

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights