Ana SayfaCIWAN12 perçeyên metal ji laşê Mûharrem Aksemî derketine

12 perçeyên metal ji laşê Mûharrem Aksemî derketine

Rapora destpêkê ya otopsiyê derbarê mirina Mûharrem Aksemî hatiye nivîsîn. Li gorî rapora destpêkê ya otopsiyê, 12 perçeyên metal ji laşê Mûharrem Aksemî derketine û destê wî yê rastê jî pê ve nebû.

Li Eyyubiye, navçeya Rihayê Mûharrem Aksemê şivantî dikir, winda bûye û malbata wî û hêzên ewlehiyê dest bi lêgerîna wî kiriye. Digel hemû lêgerînan ew nehatiye dîtin. Piştî demekê hin kesan li nava erdekî vala laşek dîtiye û cenderme agahdar kirine. Tîmên çûne cihên bûyerê lêkolîn kiriye û di encama lêkolînê de derketiye holê ku laşê Mûharrem Aksemî ye û di laşê wî de şûna guleyan heye. 

Li gorî nûçeya Emrûllah Acarî ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, di raporê de hatiye diyarkirin ku destê rastê yê Aksemî pê ve nîne, di rû û laşê wî de şopa gelek birînên vekirî hene. Her wiha hatiye destnîşankirin ku di laşê Aksemî de 12 parçeyên metalan ên berê wan ji hev cuda ne, hatine derxistin. 

“Ji bo sedemê em li benda rapora esasî ne”

Parêzera malbatê Hatîce Akilli Ozê diyar kiriye ku di rapora destpêkê ya otopsiyê de derbarê sedema mirina Aksemî de tiştekî zelal nehatiye diyarkirin. Ozê gotiye ku ji bo sedema mirina Aksemî diyar bibe, ew li benda rapora Daîreya Pisporan a Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ne: “Dema em çûyîn cihê bûyerê, destê wî yê rastê pê ve nebû. 12 parçeyên metal ji laşê wî derxistine. Lê mirov nikare tiştekî zelal bibêje bê ka ev parçeyên metal ên çi ne. Ji bo ku were zanîn bê ka ev parçe yên çi ne, dê lêkolîna balîstîkê bê kirin. Hewceye em li benda rapora ku li Stenbolê tê amadekirin bisekinin.” 

Ozê di berdewama nirxandina xwe de daxuyaniya Walîtiya Rihayê da û ew û zanyariyên şêniyên taxê dane, daye ber hev: “Walîtiya Rihayê derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku qada navborî ji sala 2005an ve weke qada perwerdeyê tê bikaranîn. Lê belê şêniyên taxê dibêjin ku ev 2 sal in li vir perwerdeya guleberdanê tê dayîn. Şêniyan got ku di dema perwerdeya guleberdanê de çekên giran tên bikaranîn. Tê gotin ku bombeyan diavêjin. Ev qada ku ji bo perwerdeyê tê bikaranîn, teqez li gorî rêziknameyan nîne. Ti tabelayek an jî tedbîreke ewlehiyê li wê derdorê nîne ku mirov bibêje cihê perwerdeyê ye. Ti agahî jî nedane niştecihên herêmê ku ew der qada perwerdeyê ye. Tedbîrên ewlehiyê nehatine girtin. Xuyaye ku binpêkirinên mezin hene. Bombe jî hatibe teqandin, gule jî lê ketibin, di dawiya dawî de hewceye em van binpêkirinan paşguh nekin.” 

Çi bûbû?

Li Eyyubiye, navçeya Rihayê Mûharrem Aksemê şivantî dikir, winda bûye û malbata wî û hêzên ewlehiyê dest bi lêgerîna wî kiriye. Digel hemû lêgerînan ew nehatiye dîtin. Piştî demekê hin kesan li nava erdekî vala laşek dîtiye û cenderme agahdar kirine. Tîmên çûne cihên bûyerê lêkolîn kiriye û di encama lêkolînê de derketiye holê ku laşê Mûharrem Aksemî ye û di laşê wî de şûna guleyan heye.

Şêniyên taxê ji MAyê re diyar kiriye ku roja bûyer qewimiyê heta saet 18.00ê ji cihê bûyerê dengên guleyan dihat. Şêniyan her weha gotiye, cihê navborî di du salên dawiyê de weke cihê perwerdeya guleberdanê dihate bikaranîn. 

Malbata Aksemî jî destnîşan kiriye ku laşê wî xera bûye û li ser laşê wî şûna gelek gule an jî şarapnelan heye. 

Piştî vê bûyerê Walîtiya Rihayê daxuyaniyek weşandiye û gotiye: 

“Ji tomarkirinên PTSyê, kamerayên ewlehiyê û îfadeyan hatiye famkirin ku cihê mirina bigûman pêk hatiye 300 metre ji derveyî qada navborî ye û personelên Midûriyeta Emniyetê ya bajêr di saetên sibehê de çûne qadê, perwerdeya xwe temam kirine û di saet 15.08ê de ji wir veqetiyane. 

“Her weha di lêkolîna otopsiyê de diyar bûye ku; li laşê kuştî de cihê ketin û derketina guleyan nîne, di cihên cida cida yên laşê wî de parçeyên metal hene.””

(AÖ/FD) Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights