Ana SayfaCÎHANZelenskiyî ji bo diyalogê bang li Pûtînî kiriye

Zelenskiyî ji bo diyalogê bang li Pûtînî kiriye

Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiyî li ser hesabê xwe yê Telegramê vîdeoyek weşandiye û derbarê şerê heyî de axiviye. 

Zelenskiyî gotiye, di encama êrîşa asmanî ya artêşa Rûsyayê roja 20ê Adarê li Mariupolê kiriye de, avahiya dibistanekê hilwesiyaye ku gelek kesan xwe spartiye vir û wiha dewam kiriye: “Em hîn nizanin bê ka çend kes sax in lê ez bawer dikim ku ew pîlotê bombe avêtiye weke pîlotên din ên sivîl kuştine wê were dîtin û were cezakirin.”

Zelenkskiyî bibîr xistiye ku ew di 20ê Adarê de bi rêya vîdeo konferansekê beşdarî civîna taybet a Parlamentoya Îsraîlê bûye û li vir ji parlameneran re axiviye. Zelenskiyî diyar kiriye ku ji bo pêkanîna aştiyê hewce ye bi Serokdewletê Rûsyayê, Vladîmîr Pûtînê re diyalogê deynin:

“Serokwezîrê Îsraîlê (Naftali Bennett) bang li me dike ku em bi Rûsyayê re diyalogê çêkin û ji bo vê ez minêkar im. Ev (bang), bi diyaloga bi Pûtînî re têkildar e ku zû yan dereng wê pêk were û mimkun e ku civînek li Qudsê pêk were. Ger ev pêk were ji bo pêkanîna aştiyê wê biryareke rast be.”

Zelenskiyî destnîşan kiriye ku di 20ê Adarê de çar korîdorên mirovî hatine vekirin û çar hezarên wan ji mariupolê, li ser hev 7 hezar û 295 mirov hatine derxistin û wê operasyonên derxistinê dewam bikin. (PT/FD) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights