Birêvebiriya bajarê Tehranê yê Îranê ji bo bi hezaran kesên ku di encama êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê de malên wan zerer dîtine, ket nava liv û tevgerê.
Meclîsa Şaredariya Tehranê ragihand ku zêdetirî 10 hezar welatiyên ku bêmal mane, li otelan têne ezimandin.
Li Tehrana paytexta Îranê, piştî ku sivîlan zerer dît, dest bi operasyoneke berfireh a alîkariya mirovî kir.
Endamê Meclîsa Şaredariya Tehranê Mihemed Axamîrî, tedbîrên bilez ên ji bo wan welatiyên ku ji ber êrişan bi pirsgirêka stargehê re rû bi rû mane, bi raya giştî re parve kirin.
28 otel bûn stargeh
Mihemed Axamîrî da zanîn ku di encama operasyonên asmanî yên ji aliyê Amerîkayê û Îsraîlê ve hatine kirin de, zererên mezin gihîştine avahiyan.
Li hemberî vê rewşê Şaredariya Tehranê di qonaxa ewil de 10 hezar û 327 kesên ku ji 3 hezar û 228 malbatan pêk tên, ji bo herêmên ewle veguhastin.
Welatiyên ku hatine veguhastin li 28 otelên cuda yên li seranserî Tehranê hatin bicihkirin.
Axamîrî diyar kir ku piştgiriya şaredariyê dê tenê bi stargehê sînordar nemîne û got:
“Em dê welatiyên xwe di otelan de bikin mêvan.
Wekî şaredarî, di pêvajoya jinûveavakirin û çêkirina malên ku ji ber şer rûxiyane an jî zerer dîtine de, em dê li kêleka van malbatan bin.”
Çavkanî: Rûdaw
