Zafer Sarica mamoste ye li Wanê dijî û veganek e. Belê vegane lê vê tiştê tenê di xwarin û vexwarinê de nake. Wek yek ji aktivîstên mafên ajalan dikeve nav lêgerînan kar û xebatên hêja dike.
Piştî yek ji festivala kurtefilmên ku çend meh berê li ser mafê ajalan li dar xistî doh jî bi navê ‘Filmê Kûçikê’ li ser mafê kuçikan li Eskicîyê filmek nişan da.
Têkildarî naverok û armanca nîşandana film û xebatan de Zafer Sarica bi bianet kurdiyê re axivî. Sarica diyar kir ku em û kuçikan di heman jîngehê de dijîn û li yek bajarî û yek cihî dijîn lê em wan nabînin û her weha em wan weke kirdeyek nabinîn.
Her weha Sarica destnîşan kir ku ew dixwazin ajalan weke hevparekî jiyanê bidin nîşandan û vê hişmendiyê bide afirandin û got: “Em dixwazin ki ser mafê ajalan perspektîfeke nû ava bikin.”

(WT/AY)
Kaynak: bianet
