Ana SayfaCIWANLI TIRKIYÊ DI 5 SALAN DE 2077 XWENDEKAR HATINE DESTESERKIRIN, 23 HATINE...

LI TIRKIYÊ DI 5 SALAN DE 2077 XWENDEKAR HATINE DESTESERKIRIN, 23 HATINE KUŞTIN

Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TİHV), derbarê rewşa xwendekaran a mehên dawî de raportek amade kiriye. Di raportê de binpêkirinên salên 2015 û 2019ê yên li beramber xwendekaran hatine kirin cîh digrin wek; binpêkirina azadiya ramanê, civîn, meş û rêxistinbûnê.

Li gor raporta Akademiya TİHVê di navabera salên 2015 û 2019ê de 3 hezar û 102 xwendekaran dema mafên xwe yên azadiya ramanê, civîn, meş û xweorganîzekirinê bikaranîne, mafên wan hatine binpêkirin. 2 hezar û 77 xwendekar bi hinceta tevlî çalakiyan bûne hatine desteserkirin û ji van xwendekaran 203ê hatine girtin. Li 152 xwendekaran bi giştî 506 sal û 1 meh cezayê zîndanîkirinê hatiye birîn. 720 xwendekar birîndar bûne.

Li gor raportê, herî zêde li 10 bajarên wek Enqere, Stenbol, Izmîr, Antalya, Eskişehir, Adana, Mersin û Kocaeli yên Tirkiyê û Amed û Wan ên Bakurê Kurdistanê mafên xwendekaran hatine binpêkirin. Ji sedî 62ê kuştin û birîndarkirinan ji aliyê polîsan ve hatiye kirin û ji sedî 30 ji aliyê grûpên sivîl ve.

Di raportê de tê gotin: “”Ligel binpêkirina azadiya xwepêşandan û rêxistinbûnê ya xwendekaran, mafê azadî û ewlehiya kesan, mafê jiyanê jî hatiye binpêkirin. Yek ji çarên bûyeran li kampusên zanîngehan pêk hatine û 252 xwendekar di encama şîdeta li kampusan de birîndar bûne. Di vê serdemê de 5 kampusên ku herî zêde binpêkirin li wan hatine kirin wiha ne: Zanîngeha Enqerê, Zanîngeha Stenbolê, Zanîngeha Egeyê, kampusên Zanîngeha ODTU û Zanîngeha Akdenîzê. Nêzîkê nîvê binpêkirina mafan ên li zanîngehan binpêkirina mafê civîn û xwepêşandanan bûye, ji sedî 37 azadiya rêxsitinbûnê û ji sedî 14 jî li beramber azadiya ramanê bûye.” Li gor raporta Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TİHV), di hundirê pênc salan de 720 xwendekar birîndar bûne. Di 84 bûyeran de, kiryarê ji sedî 62ê bûyeran polîs û ji sedî 30ê wan jî grûpên sivîl bûne. Di ji sedî 5ê bûyeran de xwendekar ketine ber êrîşa tîmên taybet û ji sedî 3an de jî ketine ber êrîşa polîs û hêzên ewlekariyê. Herwiha 23 xwendekar di dema beşdarbûna meş û xwepêşandanan de hatine kuştin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights