DESTPÊKSIYASETXamaneyî li dijî egera êrişeke Tirkiyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê derket

Xamaneyî li dijî egera êrişeke Tirkiyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê derket

Serokê Îranê Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di hevdîtina xwe ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de got: “Êrîşa leşkerî ya li Bakurê Sûriyeyê dê li dijî Tirkiye, Sûriye û herêmê be, lê dê di berjewendiya terorîstan de be.”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji bo hevdîtinên fermî li Îranê ye, bi Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney re hevdîtinek kir.

Civîna li ofîsa Xamaney û bêyî amadebûna rojnamevan, qasî saetekê berdewam kir.

Ofîsa Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî piştî hevdîtinê di daxuyaniyekê de diyar kir ku mijara krîza Sûriyê û êrişa çaverêkirî ya Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin Xameneyî derbarê krîza Sûriyê de bo Erdogan gotiye“Parastina yekperçetiya axa Sûriyê pir girîng e û her êrişeke leşkerî bo ser bakurê Sûriyê dê li dijî Tirkiye, Sûriye û hemû herêmê be û dê di berjewendiyê terorîstan de be.”

Elî Xameneyî amaje bi wê yekê kir ku asayişa sînorî ya Tirkiye û Îranê hevbeş e û got: “Em dê teqez di têkoşîna li dijî terorê de bi we re hevkariyê bikin. Em ewlehiya Tirkiyê û sînorên wê wek ewlehiya xwe dibînin. Hûn jî ewlekariya Sûriyê weke ewlekariya xwe bibînin. Divê pirsgirêkên Sûriyê bi diyalogê bên çareserkirin û Îran, Tirkiye, Sûriye û Rûsya bi danûstandinan dawî li vê pirsgirêkê bînin.”

Elî Xamineyî herwiha anî ziman ku divê herdu alî hevkariyên dualî bi taybetî bazirganiyê bihêztir bikin û got: “Rejîma Israîlê sedema sereke ya pirsgirêkên navbera welatên Îslamî ye.”

Hezretê ayetullah Xamineyî amaje bi pirsa Sûriyê jî kir û got: “Pêşgiriya yekparçeyiya axa Sûriyê pir girîng e û her êrişeke leşkerî bo ser bakurê Sûriyê dê li dijî Tirkiyê, Sûriyê û hemû navçeyê be û dê li gel terorîstan be.”

RÛDAW

GIŞTÎ