Di pêvajoya Virûsa Koronayê de, li Cîhanê mirovahî kete rewşekî pir awarte. Dê ev rewşa awarte kînga xelas bibe ne bevliye. Di vê pêvajoyê de hemû dewlet, niha di serî de jî saziyên wanê tendûristî ketine nav astengiyên herî mezin. Û hemû beşên civakî ketin bin bandora peroka Koronayê, lê di nav beşên civakê de herî zêde şert û mercên xebatkaran zore, di nav xebatkaran de jî rewşa karkerên demsal a çandiniyê herî zor û di tehlûke yê herî mezin de dijîn.
Nusrettin Maçin* / Hemû nivîsên ê nivîskar
Di li vir de du pirs tên pêşiya civakê, dê ya karkerên demsal a çandiniyê îsal neçin kar? Û ji bona debara wan divê dewlet meaşê bide girêdan. Ya pirsa duyemîn, dewlet debara wan bigre ser milê xwe jî tehlûkeyek mezin heye ku li Tirkiyê dê warê zadan de bikeve navê tunebûnê. Ji bo ku di warê çandiniyê de bi îthalatê re girêdaye.
Di nav pakêta mertalê de cihê cotyariyê tuneye! Ji xwe qet qala karkerên demsal a çandiniyê nakin û nayê bîra desthilatdaran! Ji belavbûna nexweşiya perokê û berê wî jî wezîrê Çandiniyê û daristanê Bekir Pakdemirli gote -dibêje di warê cotyarî û sektora zad de tu kêmasî tuneye. Ji ber ku di warê cotyariyê de girêdayê derva ye.
Ji sedema pandemiyê dê rojên pêşiya me di warê bazirganî û geştîguzariyê de, bi taybetî jî di warê xwarinê û zadan da di gomrikê xwe bigrin! Bi kurtahî girtina sînoran û di warê cotyariyê de bi girêdana derva em bixwazin nexwazin me tirsa herî mezin xela ye.
Hêna em di destpêkê vê pêvajoyê de ne, di niha de, Federasyona Rûsya yê, Kazakîstan, Ermenîstan, Belarûs û Kirgizîstanê, di navbera xwe de yekîtiya aboriya Avrasya yê avakirine, ji bo hemberê peroka Koronayê di çerçova ya tedbîrê de, pir cûreyê hilberanên çandiniyê de qedexe anîn heyanî dawiya Hezîranê.
Di haber çandinê de, di nûçeya 7 tê Avrêl 2020 an de, “Ofîs a Zadanê erdê (TMO) ji bo girtina 250 hezar ton nanê genim pir îhaleyê navneteweyî vekirin. Di Meha Çilê, Sibat û Adarê de li ser hev 1 milyon û 430 hezar ton îhale hatî bû kirin. Bi îhaleyê meha Avrêlê ve di nav van çar mehan de bi ser hev re dibe 1 milyon û 680 hezar ton genim Tirkiye îthal dike”.
Ev rewşa Tirkiyê tehlûke yê pêşeroja me dide berçavan, ji bona vê yekê girîngiya çandiniyê û karkerên demsal a çandiniyê bi zelalî li berçavan e.
Ey karkerên demsal, divê ev pêvajoya dîrokî de em birêxistinî rola xwe yên Çînî bilîzin! Jiyan bi destê me didome, xwarin û vexwarin bi keda me tê afirandin. Divê em xwediyê xwe, malbata xwe û hevalê karkerên xwe jî bi zanabûn xwedî derkevin. Ji bo vê yekê em îsal biserê xwe neçin li ser kar, di serî de ji wezîrê hundir a tendûristî û çandiniyê alîkarî bixwazin.
Tedbîrên Tendûristiyê;
1- Di serî de dema ku karê we li derveyê bajarê we be, ji bajarê xwe bi wesîle Midurê çandiniyê bajêr; hem Zabita yê trafîk û bin çavdêriya tendûristî de herin.
2- Bajarê ku hûn gihîştên bila xebera Midurê çandiniyê bajêran navçeyan hebe, cîhê raketin û nan xwarin di bin çavdêriya wan de ji bo jīyangehê divê hijyenîk be.
3-Herêma cîhê karê we di aliyê dewletê de divê bigrin binê karantina yê kes ji derve neyê cîhê karê we.
4- Di heftê carek de daxwaz li karmendên tendûristî bikin û bila xebatkar ji kontrolê derbaz bibin.
5- Van hemû şert û mercên ku jor de me anî ziman divê pêk were, hûn bê guman karê xwe bikin.
6- Divê karkerên demsal a çandiniyê di nav xwe de birêxistinî bibin. Û bi yewmiyekî erzan neyin şixûlandin.
7- Di ev rewşa peroka Koronayê de, ji 6 saet zêde neşixûlin û qebûl nekin.
8- Keda însan di jiyana civakî de çiqas girînge, rêxistiniya ked jî ewqas ji bo jiyane kî serkeftinî re pêwistî heye.
Gotina dawî jiyan bi destê me dewlêmend bû, lê pergala Kapîtalîzmê, me bê milk hîşt e û îro jî dengeyên xwezayê û mirovahî yê ser û bin dike.
Tüm sayıların PDF formatları için aşağıdaki bağlantılara tıklayın
*Parlementerê HDP’ê ya Rihayê