Ana SayfaÇAND HUNERTÎRÊJ STÊRKA GEŞ A ESMANA HELBESTA KURDÎ BÛ

TÎRÊJ STÊRKA GEŞ A ESMANA HELBESTA KURDÎ BÛ

 

15 sal bi ser koça dawî ya Seydayê Tîrêj yê helbestvan de berbas bûn. Seydayê Tîrêj stêrkeke geş bû di esmanê helbesta kurdî de li Rojavayê Kurdistanê.

Seydayê Tîrê li sala 1923an li gundê Necmokê yê girêdayî Hesekê ji dayik bû. Navê wî yê rastî Nayîfê Heso ye. Di 23yê Adara 2002an de Tîrêj koça dawî kir û li gundê Gir Keftar hat veşartin.

Seydayê Tîrêj hemû hebûn û jiyana xwe, herwiha peyv û helbesta xwe xistibû xizmeta gel û welatê xwe û li ser girîngî û rola helbestê wiha digot:

“Ma rûmeta şiîrê çi ye, ned xizmeta milet de bî. Ronahiya şiîrê çi ye, pesnê welat ku têd nebî. Çi bikim ji wê şiîra rijî, danegire wijdan û mejî. Derdê dil û can nakuji, çaxê ku cewher têd nebî.”

Tîrêj helbestvanekî neteweyî yê bêhempa bû. Ji ber hizr û ramanên xwe yên neteweyî û welatperwerî pir girêdayî ax û xwezaya Kurdistanê bû.

Tîrêj bi evîn û hezkirina axa welatê xwe mezin û perwerde bibû. Di helbestên xwe de pir li ser av û dar, gul û giya, deşt û çiyayên welatê xwe digot. Navên hersê dîwanên wî jî navên çiyayên Kurdistanê ne; Xelat, Zozan û Cûdî.

Di helbesta Ey Welat de, Tîrêj dilsozî û dildariya xwe ji Kurdistanê re wiha bilêv dike û dibêje:

“Ey welat ez canfidayê deşt û zozanê te me.

Canfidayê av û dehl û bax û bustanê te me.

Sund û peyman bî li ser min, dê te parêz kim welat.

Xwîna narincî birêjim, merdê pêwanê te me.

Bostekê ez ji te nadim, bi welatê Hind û Çîn.

Tu bihişta milet e, ez şûr û gerdanê te me.

Dê bi hêz û hinera xwe, ez te parêz kim welat.

Ala rengîn jor ve hildim, ez li ser banê te me.”

Xîreta neteweyî û hezkirina welêt di dil û mejiyê Tîrêj de di coş û kelecanê de bû û wî hebûn û qîmeta xwe bi hebûn û qîmeta welatê xwe ve girê dida û digot:

“Ey welat im can bi gorî gazina te j’min nebî.

Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê te me.

Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reş in.

Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê te me.

Berfa Sîpanê Xelat im şîp û ava kaniyan.

Madena zîvê spî û cok û cobarê te me.

Xêz û bendê Zendevesta me li geliyê Laleşê.

Pîremerdê şehrê Yezd im ez li ber arê te me.

Torevan û şair im îro li nêv xaka welat.

Xamekêş im dem bi dem ez xweş nivîskarê te me.”

 

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights