Ana SayfaSIYASETTEQINA LI KOLANA ISTIKLALÊ: Gumanbarên êrîşê şandine edliyeyê

TEQINA LI KOLANA ISTIKLALÊ: Gumanbarên êrîşê şandine edliyeyê

49 kesên ku ji ber êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê hatibûn desteserkirin danê vê sibehê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatine kirin.

Di saet 16.14ê 13ê Çiriya Paşiyê de li Kolana Istiklalê têqînek pêk hatibû û di encamê de 6 kes miribû û 81 kes jî birîndar bûbû. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de 51 kes hatibûn desteserkirin.

Ji kesên hatibûn desteserkirin jê 2  piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatine berdan.

Li gor nûçeya AAyê gumanbarê bi kodnavê “Husam” piştî ku li Azeza Sûriyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin anîne Stenbolê. Berpirsê êrîşê bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku bi Ehlam Elbeşîr û derdora wî re tevgeriya ye, di dema amadekariyên êrîşê de alîkariya wan kiriye û piştî teqînê reviyaye Sûriyê.

Çi bûbû?

Tê îdiakirin ku berpirsê teqînê Ehlam Elbeşîr di yekemîn lêpirsîna xwe ya li Midûriyeta Polîsan de gotiye ku fermana êrîşê ji endamekî PYDê yê bi navê kod “Hacî” yê li Kobanî wergirtiye.

Li aliyê din PKK û PYDê bi daxuyaniyên xwe red kirine ku têkiliya wan bi êrîşê re hebe.

Li gor nûçeya AAyê ya ku ji çavkaniyên Polêsan hatiye wergirtin, Albeşîr gotiye ku piştî 2 mehan li Minbicê maye, di ser Efrînê re derbasî Tirkiyeyê bûye û li Esenlerê di atolyeya tekstîlê da xebitiye û 4 mehan li wir maye.

Albaşîr piştî êrîşê di operasyona ku saet 02.50an de li Kuçukçekmeceyê li malekê hatiye kirin de hatiye desteserkirin.

Di nav kesên hatin desteserkirin de du birayên bi navê Ammar J. û Ehmed J. hene ku bi hinceta ku gumanbarê firar yê bi navê B.H. revandine Bulgaristanê tên tohmetbarkirin.(AS/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights