Tara Mamedova û Harûn Elkî bi hev re dibêjin: “Seva Çi”

303

Tara Mamedova û Harûn Elkiyî bi hev re singlek weşandiye. Navê single-a wan “Seva çi” ye. 

Tara Mamedovayê gotinên stranê nivîsine û mûzîk jî re çêkiriye. “Seva çi” li ser hemû platformên dijîtal hatiye weşandin û herdu hunermendan her weha ji bo vê stranê vîdeo kîlep weşandiye. Vîdeo klîp li ser hesabê Tara Mamedovayê yê YouTube-ê hatiye weşandin. Serkan Dûranê aranjeya stranê kiriye. 

Hunermendan di daxuyaniya xwe de bi van gotinan behsa çîroka “Seva çi” kiriye:

“Li çar alîyê dinyayê dawî li şer, birçîbûn, mirina zarok, ciwan û jinan nayê. Xewnên me tije tirs, dil û giyanê me tije endîşe ne. Em nikarin sibehan bi aramî ji xew hişyar bibin û li kûçeyan bi rehetî bigerin. Em nikarin ji dil bikenin. Kenê me her tim nîvco û tehl e. Ev dinyaya ku rojekê em ê hemî jê bar bikin, çima evqas li me teng bûye? Çima dilê me xweş nabe? Em ji bo kê dijîn û ji bo kê dimirin? Ji bo çi dilê me bi ciwanî pîr dibe? Zaroktiya me winda dibe? Çima em nabin wek xwe? Li gel ku em naxwazin jî, em her timî ji bo memnûnîyeta hin kesên din têdikoşin.

“Em wek jin, mêr, zarok, ciwan û pîr, hemî  bi hev re êşê dikişînin û pirê caran bêyî ku em sedema vî tiştî bipirsin, vî halî qebûl dikin û jiyana xwe berdewam dikin. “Seva çi” tam jî bi hestên lêpirsîna vê janê û xwe spartina ronahiya hûndirîn û lêgerîna hêviyê, hatiye nivîsandin.”

Tara Mamedova
Zaroktiya Tara Mamedovayê li Kirgizîstan û Rûsyayê derbas bûye û perwerdehiya xwe ya mûzîkê li Fransayê domandiye. Li wê derê bi hevnasîna hûnermendên kûçeyan re berê xwe dayê Jazzê, lê piştre awazên mûzîka Rûsî ya Romans bi zimanê xwe yê dayikê yê Kurdî ve kelijandiye û yekemîn albûma xwe ya bi navê “Ax” derxistiye. Bi şêwaza xwe ya cûda di endûstriya muzîkê de hatiye naskirin û li welêt û derveyî welêt gelek konsertên serkeftî pêşkêş kirine. Tara Mamedovayê li gel hunermenda navdar a cîhanî Yasmîn Levy, ji gelek hunermendên navdar re beste çêkirine. Di nav kesên ku stranên wê distirin de Zara Mgoyan jî heye ku ew di heman demê de hunermenda Dewleta Rusyayê û Unesco ye. Bi tevahî sê albûmên wê “Live Studio Sassion İstanbul” “Giran” û gelek xebatên wê yên single hene. 
Harûn Elkî
Harûn Elkî di sala 1975an de li Bêtûşebaba Şernexê jidayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li wir qedandiye. Di sala 1997an li Edeneyê tevlî koma Rewşen a girêdayî Navenda Çanda Mezopotamyayê bûye û bi vî awayî wekî solîst dest bi jiyana profesyonel a muzîkê kiriye. Di sala 2002an de bi albûma xwe ya yekemîn a bi navê “Asê” û di sala 2005an de bi albûma xwe ya “Pola Nû” di demeke kûrt de ji aliyê hezaran guhdar ve hatiye naskirin. Di 13 salên de gelek konser dane û di çalakîyan de derket pêşîya guhdarên xwe. Piştî sala 2011an Koma Rewşen belav bûye û Harûn Elkî ji Edeneyê koçî Stenbolê kiriye û li vir bicih bûye. Piştî belavbûna komê, Elkiyî jîyana xwe ya muzîkê bi tena serê xwe berdewam kiriye û ketiye nav pêvajoyeke din a afirînerîyê. Di karîyera xwe ya soloyê ya muzîkê de du single ji Pasaj Muzîkê derxistine, 2016an “Tutunma” (Xwegirtin) û 2017an de jî “Sus” (Hiş) e navê van albûman. 2019an de jî ji Red Muzîkê “Seyrana Gula”, 2020an bi Mesut Marangoz re dûetek bi navê “Karwan” derxistiye. Herî dawî di Berfanbara 2020an de ji Red Muzîkê albûmeke ji 10 berheman pêk tê ku 9 stran bi Kurdî û yek jî bi Tirkî bû, bi navê “Rev” derxistiye. Elkî vîdyoya yekem ya albûmê ji strana “Xengîlok” û ya duyem jî ji strana “Miskin” re kişandiye.

(FD) BİANET