Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, li Amedê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û nûnerên partiyên kurd û rêxistinên sivîl ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Di axaftinan nûneran de peyama "roj roja xwedî derketina zimanê kurdî ye" derket pêş.
Komîsyona 21’ê Sibatê ku ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê kampanya îmzeyan a “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” da destpêkirin. Komîsyonê bang li tevahiya kurdan kir ku li dora kampanyayê bicivin û xwedî li zimanê xwe derkevin.