Newroza îsal dê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Hat zanîn ku starta Newroza îsal dê sibe li Amedê bi tevlibûna partiyên di Komxebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin û di 11’ê adarê de jî bi tevlibûna partiyên çep sosyalîst re li Stenbolê bi deklarasyonekê bê dayîn.