Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî du roj berê gotibû ku "Ez bala we dikişînim ser û dibêjim, li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence û kiryarên xirab nînin." CPTyê piştî wê bi rojekê rapora xwe ya salê aşkere kir. Derket holê ku CPTyê di salekê de 30 raporên îşkenceyê amade kirine.