Dayikên Şemiyê, bi taybetî bêdengiya saziyên hiqûqê ya li dijî astengî û zextên li hemberî 900’emîn çalakiya wan a hefteya borî li Qada Galatasarayê şermezar kirin û gotin: “Em dest ji lêgerîna windayên xwe jî û Galatasarayê jî bernadin.”
Hasan Karakoç ê birayê Ridvan Karakoç ku 27 sal berê di binçavan de hat qetilkirin diyar kir ku hezar sal jî di ser têkoşîna re derbas bibe dê bidomînin û ew ê dest ji xwesteka edaletê bernedin.
Dayika Cuneyt Aydinlar ê 27 sal berê di binçavan de hat windakirin li aqûbeta lawê xwe pirsî û got: “Li vê dinyayê jî û li dinyaya din jî wê destê min di qirika wan de be. Ez ji lawê we têr nebûm. Dilê me şewitandin.”