Li Sîstan û Belûçistanê ji bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hat lidarxistin. Hêzên ewlehiyê yên Îranê gule li xwepêşanderan reşandin. Rêxistina Çalakvanên Belûç dibêje, herî kêm 4 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin.
Îro li hejmarek bajarên Rojhilatê Kurdistanê grevê destpê kir. Vê sibê li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Kirmaşan û Merîwan grevê destpê kir û wek nerazîbûnê dikan û bazar nehatin vekirin.