Ana SayfaKURDISTANSiyaseta derveyȋ û navxweyȋ û hevpeymanên partiyê û helwesta wê ji rijêmên...

Siyaseta derveyȋ û navxweyȋ û hevpeymanên partiyê û helwesta wê ji rijêmên serdest li Kurdistanê

Nivîs: Necmeddin Mulla Amr / Sekreterê KKP Rojava

Hin hene dibêjin û danûstandinê dikin li ser bingehê ku siyaset, ew e hunera xap û derewan û çandina sergerdanê navbera aliyê din tevȋ ku ew alȋ henpeyman û heval be. Lê partiya me, ji kok de dûrȋ vȋ rengê ravekirinê ye ji siyasetê re, ev têgeha siyasiya ku ji karê wê ye, jihevxistin û manmanok û sergerdan û hunerên jihevdûrkirinê û rewșenbȋriya hundakirinê, derbarê hêzên niștimanȋ û demuqratȋk yên rêheval û dostên me, yên ku navbera me û wan de çarenûseke hevbeș yan jȋ yek heye, tenê heger xuya bû ku ev rêheval û bi rastȋ û duristȋ bi me û doza me re tev nagerin.

Komonistȋ Kurdistan, siyaseta xwe ava dike ku palê bi rengekȋ rast û durist dide, bingeh û binyadên niștimanȋ û șoreșgerȋ û pȋvanên ku xizmeta doza me ya rewa dikin, pȋvanên șoreșgerȋ yên nû, ku rastiya xwe digire ji: danûstandina rast bawerȋ bi kesên rast û bibawerȋ û dilsoz re û bi dijminan re ” ceng xapandin e”. Siyaset ew e, hunera afirandin û dahênana rêkên baș e bo ruhabûn û rizgarbûnê ji destê dijmin û zordestiya, çȋnayetȋ, netewȋ û niștimanȋ. Siyaset rêyeke pir dergeh e ji bo heû aliyan, di rêya wê re mirov dikare hemû çareseriyan ji bo hemû pirs û pirsgirêkan bibȋne, û siyaset bi xwe jȋ zaniest û rewșenbȋrȋ ye çekeke e ku giring e mirov baș bizane bikar bȋne û berdewam ji bo her siyasetmedarekȋ șoreșger ji bo ku berevaniya xwe bike û pê wê sere gendel û zordaran bike û stemkariyê li ser bindestan hilȋne, û sere dijminên xwe yên kirêgirtȋ bike. Û gelekȋ giring e jȋ ko mirov bi zanyarȋ pȋș bi siyasetê bike, lê ku ne wesa be jȋ dê ev siyaset li mirovȋ bibe derd û êșek û ziyanê bigihȋne kesê ku pê kar dike, û pêwȋst e em ji bȋr nekin cudahiyên pir mezin navbera siyaseta rijêmên pașvero û nijadperest û keysbaz û siyaseta șoreșger û demuqratiya zanistȋ ya ku di rêya wê re mirov dikare bicenge dijȋ zordar û sordariya wan ya dijȋ blindest û stembaran.

Ev çi siyaset e ku em tê de ne, em ne di cihaneke dadwer û yeksan û rizgar de dijȋn, lê belê em di bin siha rijêmên hovane de dijȋ, yên ku bi zorê desthilatê li ser welatê me Kurdistan dikin, bê maf û bê dilovanȋ, û di navbera xwe de herdem li ser nenasandina mafên me yên netewȋ û niștimanȋ rêkeftȋ ne, li gorȋ sedên peymanên hewalgȋrȋ û siyasȋ. Ew rijêm jȋ hêza xwe ji rijêmên sermayedar digire yên pașvero û ji rijêmên herêmkȋ yên ku xwe firotine van rijêmên sermayedar, û tevde xwedan berjewendȋ û bi sûde ne, li Kurdistanê, da vȋ welatȋ ji xwe re bihêlin weke dagȋrgeheke herdemȋ û heta heta.

Ji ber vê çendê jȋ, partiya me, berdewam pabend e bi rêka șoreșgerȋ, ya ku hemû siyasetan ji hev dinase. Partiya me, pȋș bi wê siyasetê dike, ew siyaseta ku xizmeta berjewendiyên gel dike, ber bi cȋhênana arezûya rizgarbûnê ve ji van rijêman û kirêgirtiyên wan. Komonistȋ Kurdistan partȋ, baweriyê qet bi siyaseta rijêmên deshilatdar û sermayedar û pașvero nayȋne.  û qet bawer nekiriya û dê bawer neke ji soz û peymanên wan yên sebaret doza me ya kurdȋ, heger ne nivȋsandȋ bin û naskirȋ bin di destûrê de û bi șehdebûna aliyên navdewletȋ jȋ.  Patȋ bi hemû hêza xwe șerê bindestiya niștimanȋ û civakȋ dike, û hemê çavkanȋ û coreyên wê, û wê yekê dibȋne weke xizmetekê ji bindestȋ û keysbaziyê re, herweha dibȋne ku siyaseta netewȋ ya șoreșgerȋ û niștimaniya demuqratȋ ew e siyaseta herȋ durist jib o danêstandinê û ew e yak u tenê dikare çareseriyên herȋ rast bi xwe re bȋne li ser asta kurdistanȋ û serveyȋ jȋ.

Partiya me, siyasetekê birêve dibe ku xizmeta doza me ya kurdistanȋ û berjewendiyê çȋna karker û cotkaran bike, sebaret rizgarbûna niștimanȋ û civakȋ ya kurdistanȋ, û ev siyast li cem partiya me, weke reftar û șopa bingehȋn e di rêya wê re danûstandinê dike û li gorȋ wê tev digere û peymana datȋne û ji bilȋ wê siyasetê jȋ erênake û cihê guman û baykotkirinê ye. Herweha dicenge li dijȋ siyaseta dȋmagocȋ û xeyaliya pașvero ya têkoșȋnê ji șopa wê ya rasteqȋn dide alȋ û wê hunda dike û li ser vê yekê jȋ û li ku derê be û di çi demê de be jȋ, siyaseteke serbixwe dide meșandin, da azad be di biryarên xwe de û nebe hevbeșê wê gunehkariyê di dadgeheke ne dadwer de. Û li ser vȋ bingehȋ jȋ partiya me tevdigere bê tirs û bê șerm û bi mêrxasȋ siyaseta xwe ava dike, ji ber ku ji bo gel û siyaseta durist dixebite, ne ji bo partiyeke xwedan naverokeke vala û bê têgeh û armanc, û salên borȋ jȋ șahid in ser vê yekê û dê her berdewam be jȋ wesa û bê dudilȋ. Û li ser vê çendê jȋ peyman û hevpeymana bi partȋ û hêzên kurdistanȋ yên niștimanȋ re datȋne.

Weke baweriya partiyê bê ku kesek fișarê lê bike, pale dide giringiya babetȋ û pabend û bawer e bi doza niștimanȋ ya kurdistanȋ, di vê qunaxê û di hemû qunaxên bê de, lewra pêwȋst e bixebite di ber yekbûna niștimanȋ û ji bo wê bixebite di hemû çarçoveyên ku xizmeta doza me ya dadwer dikin.

Bi hemû hêza xwe û bi viyaneke geș dixebite, ji bo sazkirina hevpeymanên sitratȋcȋ yên navxweyȋ, ji ber ku qunaxa rizgarbûna niștimanȋ xwe naçar dike li ser hêz û partiyên ku di vê qadê de dixebitin, ji bo yekirina hêz û wizeya  wan ji bo xizmeta rizgarbûnê ji bindestȋ û perȋșaniya li bin destên dijmin. Partiya me ya komonistȋ jȋ ji vê yekê re ji despêka damezirandina xwe ve xebitiye û têkoșaye bê weștan û bêzarȋ ji bo avakirina yekȋtiya niștimanȋ ya kurdistanȋ, û herdem xwe dûr kiriye ji êrȋș û birȋnkirina tu partiyan, ji ber ku bawer bû ku bêtirȋn deng û layengeran bide hev ji partiyên kurdȋ û kurdistanȋ di yek xendekê de dijȋ dijminê hov, û herdem jȋ partȋ bi vê çendê bawer e û ji bo  wê dixebite.

Û pêwȋst e li ser partiyê ku hemû hêzên niștimanȋ demuqratȋxwaz bide hev ji hemû çinên civakȋ yên kurdistanȋ ji bo yek șerȋ, ew jȋ șerê rizgarbûna niștimanȋ ye, ev yek hemû jȋ di çaçoveya: hevpeyman, yekȋtȋ, encumen, enȋ û ta bigihe lidarxistina kongirekȋ niștimanȋ yê kurdistanȋ, yê binyada têkoșanê ya bingehȋn e ji bo  gelê me, çi li hundir û çi jȋ li derve.

Û sebaret asta derveyȋ, partiyê berê kar kiriye li ser danȋna hevpeymana bi mezintirȋn hijmar ji partiyên komonistȋ re, û herweha partiyên karker û demuqratȋ di rojhilata navȋn de, bi armanca ku wêneyeke babetȋ û rasteqȋn li ser zehmetkêșiya gelê me bide nasȋn ku zehmetiyê dikișȋne di bin siha rijêmên dagȋrker û siyaseta wan ya jehirkirȋ, û herweha da kiryarên wan rijêman yên șofonizmȋ riswa bike û di vê yekê de jȋ partȋ gelekȋ biser ket û dengê rastiyê gihan \ 72\ partiyan li ser asta cihanȋ û ji ber vê yekê jȋ divê ku berdewam be li ser vê rêbazê û bi hemû karȋn û șiyana xwe û hevpeymanan bi partiyên komonistȋ re dayȋne û bi hemû komele û partȋ û hêz û komȋteyên niștimanȋ re û bi rêxistinên mirovȋ û mafnasȋ re li herêmê û li cihanê jȋ, ji bo xizmeta rizgarbûna niștimanȋ û civakȋ ya kurdistanȋ digel ku divê hemê core û tektȋkên berxwedanê bikar bȋne, da serkeftinê tekez bike.

Bu makale: Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 13 / Aralık 2022 (PDF) yayınlanmıştır.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights