Li Tirkiyeyê êdî Komisyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê ber bi dawiyê ve diçe ku dê di rojên pêş de, raporta xwe ya hevbeş radestî Lijneya Giştî bike ku hûrgilên wê jî zelal dibin. Parlamenterekî DEM Partî dibêje, divê tiştên raport lixwe digre encamên meseleya Kurd in ku ji bo Pirsa Kurd nabe çareserî. Parêzerekî Kurd jî diyar dike piştî rêkeftina di navbera HSD û Şamê dê proseya aştiyê li Tirkiye bileztir bibe.
Li Tirkiye komisyona ku çarçoveya yaseyî ya proseya aştiyê dimeşîne, amadekariya dengdana raporta xwe ya hevbeş dike ku xebatên xwe dawî bike. Li gorî rojnameya Hûrriyetê jî di pêşnûmeya ku ji partiyên siyasî re hatiye şandin de, ji bo tevlîbûna endamên PKKê ya nav civakê qanûneke demkî û berdana 4,200 girtiyan tê pêşniyar kirin. Di warê ‘yekbûna civakî’ de bo endamên PKKê ên ku çek berdane rêgezeke hiqûqî û qanûnî hatiye pêşniyar kirin ku piştî piştraskirina fesixbûna rêxistinê bikeve dewrê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek ji Kurdistan24ê re got: “Eger li ser madde 66 û madde 42 yanî miletê Kurd di destûra bingehîn de bi fermî neye qebûlkirin û madde 42 neyê guhertin, pêşî zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê di vê çareserkirinê de ji bo meseleya Kurd tiştek dernakeve. Ew li ser encamên meseleya Kurd disekinin, bila encamên meseleya Kurd ji holê rabin, bila mafê hêviyê bidin Ocalan, bila Selahattîn Demîrtaş û hevalê wî rojek pêştir bên berdan, bila hemû qeyûm tene ne du Ehmed hemû yên ku ji wezîfe derxistine wan vegerin ser wezîfeya xwe kûrsiyê xwe, yên li serê çiyê bi hezaran werin. Lê ev meseleya Kurd nîne, ev encamên meseleya Kurd in.”
Parêzer Mesût Ozer jî dide zanîn ku dewleta Tirkiye ev proseya aştiyê ji ber fikarên ewlehiyê yên Rojhilata Navîn ên dijî xwe daye dest pê kirin û piştî 16 mehan jî ji bo aştiyeke mayînde û çareseriya Pirsgirêga Kurd pêwîstî bi gavên xurt heye.
Parêzer Mesut Ozer dibêje: “Piştî li Sûriyê 30ê Çileya 2026an de HSDê û Şamê li hev hatin prose êdî li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê dîsa da destpêkirin ku bi texmîna min dê hinekî bilez bibe. Di wextê kurt de divê zûbizû birêz Demîrtaş û hevalê wî bên berdan. Mirovên îxtiyar û yên nexweş hene divê ew werin berdan. Wî wextî dê bawerî çêbibe. Dema ev raport jî derket meydanê dê bi ixtimaleke mezin Newroz bibe roja betlanê. Ji bo Kurdan zimanê Kurdi were qebûlkirin divê teqez guhertin çêbibin. Derheqê ew mirovên PKKyî yên dev ji çekên xwe berdin û werin Tirkiye dê çawa daxil bibin wê çawa entegre bibin, divê derheqê wan de qanûn were derxistin.”
Li gorî zanyariyan di bin sernavê ‘Demokratîkbûnê’ de qanûnên partiyên siyasî û hilbijartinan di serî de, reformên siyasî û di Qanûnên Cizayê a Tirk, Qanûnan Têkoşîna Dijî Terorê û hiqûqa înfazê de guhertinên azadîxwaz hatine pêşniyar kirin û daxwaz ew e ku valahiyên di sepana qeyûman de werin rakirin ku mafê hêviyê jî cîh negirtiye.
Çavkanî: Kurdistan24
