Girtîgeha Tîpa Lyê ya Hejmara 5an a Sîlîvriyê bi îdiayên îşkencekirinê di rojevê de ye. Li gorî van îdiayan tundkarî û îşkencekirin di 6ê Nîsanê de destpê kiriye û 60 gardiyan ketine nava qawîşan û îşkence li girtiyan kirine. Wan ji girtiyan xwestine ku ew xwe bikujin. Di encama van zordestiyê de hin girtiyan hewl daye xwe bikujin.
Vîdeoya ku nûçegîhana Evrenselê, Meltem Akyolê bidest xistiye, gotinên Hîkmet Yilmaz, birayê Ferhan Yilmazî piştrast dike.
Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan îdia kiribû ku “dilê Ferhan Yilmazî sekiniye” û ew miriye.
Ji Halktv.com.tryê nûçegîhan Hazar Dostî rapora mirinê ya Yilmazî bidest xistiye û di vê raporê de jî dinivîse ku ew ji ber “şewbê” miriye.
Hîkmet Yilmaz ji Evrenselê re gotiye: “Dema me ew şuşt, me dît, weke ku bi benê cilraxistinê hatiye daliqandin, li ser stûyê wî şop hebûn, herdu çavên wî rijiyabûn, ji çavên wî xwîn dihatin, pozê wî weke ku bi temamî şikestibû û bi pembû dagirtibûn, sînga wî werimîbû û mor bûbû, weke ku darek tê de çikandibûn. Lingê wî yê rastê hatibû dirûtin.”
Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan derbarê van îdiayan de daxuyaniyeke nivîsî weşandiye. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Ferhan Yılmaz li qawîşa xwe nexweş ketiye, berê ew birine Girtîgeha Dewletê ya Girtîgeha Sîlîvriyê, paşê jî ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê. Di heman daxuyaniyê de Midûriyetê diyar kiriye ku Ferhan Yilmaz 10ê Nîsanê saet di 18.30 deqîqeyan de dema li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê dihate dermankirin, ji ber dilê wî sekiniye wefat kiriye.
Birayê wî: “Mirovekî ku ji tehliyeya wî re du roj mane çima serî hilde?”
Li ser hesabê Twitterê yê Ozgur Gundemê, çavdêriyên Hîkmet Yilmaz, birayê Ferhan Yılmazî hatine nivîsîn. Yilmaz rastiyeke din aniye ziman:
■ Lêva wî ya jor bi qasî destekî werimîbû.
■ Çavên wî mor bûbûn, ji ber werimandinê xuya nedikirin.
■ Xwîn ji çavan dihatin.
■ Li ser stuyê wî şopa benekî bi qasî 20 santîmî hebû.
■ Dibêjin derman vexwariye. Mirovekî ku ji tehliyeya wî re 2 roj mabin, gelo çima xwe bikuje.
■ Birayê min bi îşkenceyê hate qetilkirin.
■ Ji rêveberiyê girtîgehê yên destpêkê telefonê me kirin, gotin ‘ji ser hişê xwe çûye, dilê wî sekiniye’. Piştî me ev agahî standin, em ji malbatê çend kes bi balafirê çûne Stenbolê.
■ Dema em çûn birayê min biribûn Girtîgeha Dewletê Sîlîvriyê. Me careke din telefonî girtîgehê kir. Me got em bawer nakin ku dilê wî sekinîbe. Du kes mirine, ma dilê herduyan jî di heman demê de sekiniye? Vê carê ji me re gotin, ‘heb vexwarine, serî hildane’. Nakokî di zanyariyên wan de hebûn.
■ Gotin “Sê çar heb vexwariye û paşê dilê wî sekiniye.” Ji bo heba êşê jî vexwin bi gardiyanan diçin revîrê. Tu li wir hebê vedixwî û îmzeyê dinivîsî. An gelek heb dane birayê min û jê re gotine “vexwe û bimire” an jî weke ku ew îdia dikin birayê min bi wî rengî nemiriye.
■ Kesekî ku du roj ji tehliyeya wî re mabe, çima serî hilde? Zanyariyên wan ên binakok delîleke ji bo ku em bibêjin ew kuştine.
■ Yilmazî diyar kiriye ku doktorî li nexweşxaneyê ji wî re gotiye: “Çi bi birayê te hatibe li hundir bûye. Dema anîn nexweşxaneyê, miribû. Hundirê wî peritîbû, dilê wî nesekinîbû.”
Sezgîn Tanrikûlûyî li Meclîsê behsa bûyerê kiriye
Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê li Civata Giştî ya Meclîsê behsa îdiayên derbarê îşkencekirina Ferhan Yilmazî kiriye.
Tanrikûlûyî fotografê Yilmazî nîşan daye ku li beşa newxeşiyên giran hatiye girtin û wiha gotiye:”Gotine wê rapora otopsiyê piştî pênc mehan derkeve. Ev vê îdiayê careke din li vir dibêjim: Gotine ‘Zûtir çawa derdikeve?’ bertîl xwestine. Duh, ji malbatê re gotine ‘Ger hûn ewqas pereyan bidin ev rapor ne di pênc meha de wê di du mehan de derkeve’. We genand, we bi rastî jî Tirkiye jî genand. Ji ber vî fotografî divê herkes şerm bike.” (AEK/FD) BİANET