ANASAYFAKÜLTÜR SANAT​Serlêdanên qursên ziman ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kirin

​Serlêdanên qursên ziman ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kirin

​Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo qursên ziman ên serdema nû di navbera 7–16’ê Sibatê de serlêdanan qebûl dike.

​Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, di çarçoveya xebatên perwerdehiyê yên ku piştgiriya pirzimanî û pirçandî dikin de, qursên ziman ên serdema nû dide destpêkirin.

​Qursên ku dê bi awayekî bêpere werin dayîn, ji bo mezinên 16 salî û jortir in.

Di serdema nû de ev qurs dê werin vekirin:

  • ​Kurdî: Zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî.
  • ​Ermenîkî
  • ​Suryanîkî

​Asta qursan:

  • ​Kurmancî: Ji bilî asta destpêkê, perwerde dê di astên A1, A2 û B1 de werin dayîn.
  • ​Zazakî: Di astên A1, A2 û B1 de tê plankirin.
  • ​Ermenîkî: Astên A1 û A2.
  • ​Suryanîkî: Asta A1.
  • ​Atolyeya Soranî: Asta A1.

​Her wiha di vê serdemê de ji bo welatiyan “Atolyeya Xwendin û Nivîsandina Kurmancî” jî dê were organîzekirin.

Meriv çawa dikare serî lê bide?

​Serlêdanên qursan ku hemû bêpere ne, di navbera 7–16’ê Sibatê de bi ser navnîşana dismek.diyarbakir.bel.tr dikarin werin kirin.

Kaynak: Nupel

GIŞTÎ