Ana SayfaGIŞTÎROJNAMEYA XWEBÛN DEST BI WEŞANA BIDÎMEN DIKE

ROJNAMEYA XWEBÛN DEST BI WEŞANA BIDÎMEN DIKE

Rojnameya Xwebûn ku bi awayekî hefatene weşanê dike, di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de weşana xwe ya dijital xurt dike û dest bi weşandina bernameyên bidîmen dike.

Rojnameya Xwebûn ku li ser ruhê rojnamegeriya kurdî şîn bû, di meha kanûnê ya sala 2019’an de bi awayekî heftane dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 2 sal in her roj bêtir şax vedide, heta niha bênavber 73 hejmaran çap kiriye. Ji roja ku dest bi weşanê kiriye ve rojname hem bi awayekî kaxiz tê weşandin hem jî li ser platformên dijital nûçeyên xwe belav dike. 

Di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de rojname weşana xwe ya dijital xurt dike û di vê çarçoveyê de ji bilî weşana xwe ya nivîskî dê dest bi weşana bidîmen bike. Wê rojname, di mijarên jin, çand û huner, aborî, siyasî, ziman û dîrokê de bi edîtorên xwe bernameyên bidîmen bide amadekirin û li ser hesabên xwe yên medya dijital biweşîne.  

BERNAMEYÊN NÛ

Bernameyên ku ji hêla rojnameyê ve bên amekirin û weşandin bi navê û mijarên xwe wiha ne;

Civana Jinan – Jin

Bêjing –  Çand

Piyase – Aborî

Hurgilî – Analîz

Rêze Dersên Kurmancî – Ziman

Dîroka Kurdistanê – Dîrok

Podcast 

DI 15’Ê GULANÊ DE DEST PÊ DIKIN

Edîtorê rojnameyê Zekî Erden, têkildarî vê xebata rojnameyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û agahî parve kirin. Erden, diyar kir ku di şert û mercên îro de tenê weşana nivîskî kêm dimîne û wiha got: “Belê em bi nivîsê xweş tînin ziman lê ev pêdiviya civaka kurd û Kurdistanê bi giştî nabersivîne. Ji ber vê yekê dema ku Xwebûnê bi dest weşanê kir jî projeyên bi vî rengî li pêşiya Xwebûnê hebûn. Di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de em ê vê projeya xwe bikin meriyetê û li ser hemû platformên dijîtal dest bi weşaneke nû bikin.”

ZIMAN Û DÎROK

Erden, got ku weke rojname di xurtkirina dijîtalbûnê de dereng mane û wiha qala naveroka weşana wan a dijital ku bê xurtkirin kir: “Di xebatên me yên nû de, ji bo mijarên jinan em ê bernameya “Civana Jinan”, ji bo nirxandina geşedanên li Kurdistanê bernameya “Hurgilî”, ji bo mijarên çand û hunerê bernameya “Bêjing”, ji bo mijarên aboriyê jî bernameya “Piyase” amade bikin.  Li gel vana em ê bi navê “Rêze Dersên Kurmancî” û “Dîroka Kurdistanê” jî li ser ziman û dîrokê bername amade bikin. ji bo xurkirinê em ê podcastên xwe jî nû bikin.”

BANGA PIŞTEVANIYÊ

Di dawiyê de jî Erden, da zanîn ku wê weşana xwe ya kaxiz a heftane bidomînin û ev bang kir: “Em ê giraniya xwe bidin weşana dijîtal. Em daxwaz dikin ku çapameniya kurd û çapemeniya din jî me bişopîne. Ji bo ku em zêdetir bên şopandin û dîtin em banga piştevaniyê dikin.”

MA / Eylem Akdag

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights