Di raportê de hate ragihandin ku di nav meheke de 11 rojnamevan rastî êrîşan hatine, 6 rojnamevan jî di derheqa wan de doz hatine vekirin û 2 rojnamevan jî hatine girtin.
Raporta Binpêkirina Mafên Mirovan ya Îlonê dîyar dike ku mafê îiyanê yê 204 kesan hatiye binpê kirin, li girtîgehan 3 kes li ber sûcên nefretê, tevahî 5 kes jîyanên xwe ji dest dane.
“12 pênaber di nav hin bûyeran de û 28 jin jî ji alîyên zilaman ve hatine kuştin û 157 karker jî jîyanên xwe ji dest dane. Tenê di nav mehekê de 337 bûyerên êşkence li 75 girtîgehan hatine ragihandin.”
Raport bi berdewamî dibêje ku di nava Îlonê de 27 çalakî û bizav hatine asteng kirin û 20 jî hatine qedexe kirin.
“Di çalakîyên preskonferansê de 278 kes hatine desteser kirin û derheqa 86 kesan jî seba ku civîne û mafê xwepêşandanê bi kar anîne, doz hatine vekirin. 37 kes hatine desteserkirin, 1 kes jî hatîye girtin. Di derheqê 159 nûçeyên medyaya civakî de astengkirina gîhîştina înternetê hatîye dayîn û Civata Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê (RTUK) jî ceza dane 5 kanalên televîzyonê.
Hêjayî bîrxistinê ye di operasyoneke dawî de ku li Enqere û 9 bajarên din hatine kirin de, 12 rojnamevanên Kurd hatin binçav kirin. Xebatkarên ajansaa Mezopoamya û JÎNNEWS, bi heceta nûçeyên ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyavî hatibûn girtin.
Dîsa, di 28ê Cotmehê de 9 rojnamevan bi îdiaya “endamtîya rêxistina terorê” hatibûn girtin.
VOA