Ana SayfaCÎHANRapirsî: Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê %96.3ê ciwanan ne bextewer in

Rapirsî: Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê %96.3ê ciwanan ne bextewer in

Komeleya Sosyologan, encamên rapirsiya ku li bajarên cuda ligel hezar û 67 kesan li ser “nêrînên welatîbûna çalak û mekanîzmayên beşdariya siyasetê ya ciwanan” kiriye eşkere kirin.

Di rapirsiyê de ji ciwanên temênê wan di navbera 18 û 35an de 49 pirs hatine kirin.

Li gor encamên hatine aşkerekirin, ji sedî 81.6ê ciwanan gotine partiyên siyasî yên heyî nikarin pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin û %17.8an gotine partiyên niha dikarin çareser bikin û %0.6an jî bersiv nedane.

Di rapirsiyê de ji ciwanan pirsa “Li Tirkiyê mirov bextewir in?” hatiye kirin. Ji sedî 96.3ê ciwanan bersiva “na” dane û tenê %2.7an bersiva “erê” dane û %1 jî bersiv nedane.

Ji sedî 82.4ê ciwanan gotine rewşa wan a jiyanê li gor sala par xirabtir bûye û %8.6an jî gotine rewşa wan a jiyanê wek xwe maye û tenê %9ê ciwanan gotine rewşa wan a jiyanê li gor sala par baştir bûye. Herwiha %66.5ê ciwanan gotine dê rewşa wan a sala bê xirabtir bibe, %13an gotine dê wek xwe bimîne û %20.1ê jî gotine dê baştir bibe.

Di rapirsiyê de ji ciwanan pirsa “Gelo partiyên siyasî di asta pêwîst de pirsgirêkên xelkê tînin ziman?” hatiye kirin û %90.5ê ciwanan bersiva “na” dane û tenê %8.7an bersiva “erê” dane û %0.9an jî bersiv nedane.  

Herwiha %27.8ê ciwanan gotine eger ji destê wan bê dê welatê xwe biguherin, %15.4ê wan gotine ew dê rewşa xwe ya aborî biguherin, %8.9an gotine ew dê perwerdeya xwe biguherin, %6.1ê wan gotine ew dê bajarê xwe biguherin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights