Ana SayfaCIWANQeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin

Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin

Di 24’ê çileyê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polisên parastvanên qaymeqam û qeyûmê Cizîrê bi maşîneya zirxî li ciwanê bi navê Abdulgafar Dayan (23) xistibûn û ew kuştibûn. Piştî ku şîna wan bi dawî bûbû, malbata Dayin serî li Dozgeriya Komarê ya Cizîrê dabû û giliya polisê ku maşîneya zirxî li kurê wan xistibû û ew kuştibû kiribû. Li ser vê derbarê polis de dozgerî lêpirsîn dabû destpêkirin. Lê rexmî ku mehek di ser mirina Dayan re derbas bûye ne polis hatiye binçavkirin ne jî îfadeyên wî hatine girtin. 

Diviya ku heta niha Qaymeqam û qeyûmê Cizîrê destûra lêpirsînê dabûna, lê derket holê ku ku hê jî destûr nedaye ku polis bê lêpirsînkirin. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights