Ana SayfaÇAND HUNERQaymeqamiya Cizîrê şanoya bi navê “Mem û Zîn” qedexe kiriye

Qaymeqamiya Cizîrê şanoya bi navê “Mem û Zîn” qedexe kiriye

Qaymeqamiya Cizîrê, navçeya Şirnexê nîşandan lîstika şanoyê ya bi navê “Mem û Zîn”ê qedexe kiriye. 

Şermola Performansê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kiriye ku Qaymeqamiyê ji bo qedexeyê ti sedemek nîşan nedaye. 

Şermola Performansê bi derhêneriya Mîrza Metînî ev lîstik amade kiriye û ji 3ê Çiriya Paşiyê ya 2021ê û heta niha li Êlih, Amed, Riha û Qoserê, li ser hev 13 caran hatiye nîşandan. 

Şermola Performansê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku wan ji bo 12ê Adarê lîstika xwe li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê nîşan bidin serî li Şaredariya Cizîrê daye û wan jî qebûl kiriye lê îro (6ê Adarê) Qaymeqamiyê bi rêya telefonê ji wan re diyar kiriye ku lîstika wan hatiye qedexekirin:

“Lîstika me ya Mem hu Zîn ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve bê sedem hat betalkirin. Lîstika Mem û Zîn, 12ê Adarê, roja Şemiyê li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê wê bihata lîstin, lewre afîş, broşur û dawetiye hatibûn şandin, bi alîkariya gelek saziyan danasînên medyaya civakî hatibûn parvekirin û 4ê Adarê jî kirêya salonê li ser hesabê şaredariyê hatibû razandin. Lê piştî du rojan (06.03.2022) Qeymeqamiya Cizîrê bi riya telefonê em agahdar kirin ku pêşandana lîstikê hatiye betalkirin.” 

Ji ber qeyda dengbêj Resoyî ve hatiye amadekirin

Pelda Bal, Kenan Demîr, Ronhi Dildar lîstikvanên şanoyê ne û Zelal Angay dramatûrg e. Koreograf Arjen Brûsk e. Mîrza Metîn, derhênerê lîstikê ye.

Şermola Performans nêzîkî salekê ye ji bo vê lîstikê bi rengekî online xebat kirine û li ser dîroka şanoyê, nivîsîna dramatîk û li ser teoriyên lîstikvaniyê, ders dane. Her weha di heman demê de, ji bajarên cida cida bi lîstinvanan re senaryo hatine xwendin û lîstik bi rengekî online hatine ceribandin.

Di encama van xebatan de nivîskar û derhênerê Şermola Performansê Mîrza Metînî bi lîstikvanên navborî re lîstika “Mem û Zîn”ê amade kiriye. (FD) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights