Ana SayfaKURDISTANPartiyên Rojavayê Kurdistanê: Gefên Tirkiyê metirsîdar in

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Gefên Tirkiyê metirsîdar in

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Hesen Remzî diyar kir ku ew bang li Rûsya û Amerîka dikin ku rê nedin Tirkiyê gefên xwe cîbicî bike.

Endamê serkirdayetiya Partiya El Wehdê Salih Bozan jî ji aliyê xwe ve ji Rûdawê re got pêwîste hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi hev re li ser van tehdîdên Tirkiyê rawestin.

Navê vê navçeya Til Rifet li bakurê Helebê û her wiha navçeya Eyn Îsa li bakurê Reqayê, li ser Rêya Navdewletî M4, herî bêhtir bi gefa operasyonek nû ya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve tên girêdan.

Serkirdeyên partiyên Rojavayê Kurdistanê van gefan wekî metirsiyekê li ser ewlehî û aramiya tevahiya navçeyê dinirxînin.

Hesen Remzî, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ku partiyeke Sereke ye di nav ENKS de, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa girîngiya van gefan kir.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Hesen Remzî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Em bang li dewletên zilhêz dikin, bi taybetî Amerîka û Rûsya bila derfetê nedin dewleta Tirkiyê ku vê êrîşê encam bide. Ji ber ku dê dever bi tevahî têk biçe, şer û leşker ne di berjewendiyên miletan de ne. Ji ber vê yekê gelekî metirsîdar e, em napejirînin.”

Sebrî Yûsif, serkirdeyê Partiya Wîfaq a Kurdî li Sûriyê ku beşek ji Encûmena sûriyeya Demokratîk e ji Rûdawê re got, Tirkiyê dixwaze tevahiya herêmên Rojavayê Kurdistanê dagîr bike.

Serkirdeyê Partiya Wîfaq Sebrî Yûsif got, “Piştî şerê Ukraynayê, em îro dibînin Erdogan jî dibêje ez ê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê bikim, bi kûrahiya 30 kmyan. Ew dixwaze tiştên ku li Efrînê û Serêkaniyê kir, guherînên demografîk di hin herêmên Kurdî de bike. Kûrahiya 30 kmyan hemû herêmên Kurdî ne.”

Endamê serkirdayetiya Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Salih Bozan ji Rûdawê re got pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi hev re li ser van gefên Tirkiyê rawestin.

Serkirdeyê Partiya Yekîtî Salih Bozan anî ziman, “Tiştê ku ji me tê xwestin wek tevgera Kurdî li Sûriyê, çi bi beşên leşkerî çi bi beşên siyasî, di rewşeke wiha de divê em nakokiyên xwe daynin aliyekî û li ser vê kêşeyê ku Tirkiye çend roj in gefan dixwe, ev gef divê werin ser maseyê û tehamuleke cidî û berpirsyar li beramber van gefan nîqaş bikin.”

Tevî helwestên serkirdeyên partiyên Rojavayê Kurdistanê derbarê gefên Tirkiyê de lê heta niha tu aliyekî siyasî ne bi tena xwe û ne bi şêweyekî hevbeş ti daxuyaniyek derbarê van gefan nedane.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights