Ana SayfaSIYASETParlamenterên HDPê qeza kirin: Mirî û birîndar hene

Parlamenterên HDPê qeza kirin: Mirî û birîndar hene

Peyamnêrê Rûdawê yê li Enqerê Şewket Herkî ragihand, îro Înê 14ê Cotmeha 2022an otomobîlek ku hejmrek parlamenterên HDPê têde bûne, li navçeya Balqat a Enqerê qeza kiriye.

Li gor agahiyên Rûdawê, di bûyerê de kesek miriye û 3 parlamenterên HDPê birîndar bûne. Tê gotin ku parlamenter bi sivikî birîndar bûne û rewşa wan baş e.

Kesê ku canê xwe ji dest daye şofêrê yek ji otomobîlan bûye.

Ofîsa Ragihandinê ya Partiya Demokratîk a Gelan derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihandiye, sê parlamenterên wan Omer Ocalan, Dersîm Dag, Nusrettîn Maçîn li gel hejmarek endamên wan di wesayita partiyê de bûne ku li ser rêya firokexaneyê qeza kiriye.

Di daxuyaniya xwe de HDP dibêje, “Îro danê sibê wesayîta partiya me ya ku parlamenterên me Omer Ocalan, Dêrsim Dag, Nusrettîn Maçin û endamên partiya me dibir balafirgehê, li xaçerêya Pirtûkxaneya Neteweyî li taksiyeke bazirganiyê qelibî. Em bi xemgînî hîn bûn ku di qezayê de wekîlên me bi sivikî birîndar bûne û tevî hemû mudaxeleyan ajokarê taksiyê jiyana xwe ji dest daye. Wekîlên me li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ne.”

RÛDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights