Ana SayfaSIYASETParlamenterên HDPê li ber Wezareta Edaletê dest bi çalakiya rûniştinê kirine

Parlamenterên HDPê li ber Wezareta Edaletê dest bi çalakiya rûniştinê kirine

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Berdan Ozturk û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li dijî tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ber Wezareta Edaletê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin

Heyeta ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan, Feleknas Ûca, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkûn, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî, Abdullah Koç, Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Celadet Gaydali û Erdal Aydemîr pêk hatiye berbi Wezareta Edaletê meşiyane.

Polîsan li cihekê nêzî avahiya Wezareta Dadê heyetê asteng kiriye û nehiştiye biçin ber avahiyê. 

Di meşê de pankartên bi nivîsên wek “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Bila li Îmraliyê hiqûq bê sepandin” û “Bila parêzer biçin Îmraliyê” hatin hildan. Li cihê ku meş hat astengkirin daxuyanî hatiye dayîn.  

Li ser navê heyetê Hevserokê KCDê Berdan Ozturk daxuyanî xwendiye û destnîşan kiriyeku her roja ku diçe tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan yê li Girtîgeha Îmraliyê dijwartir dibe û wiha gotiye: “Ev nêzî du salan e xeber jê nayê wergirtin. Di meha îlonê de heyeta CPTiyê serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû. Lê belê tu daxuyanî nedan raya giştî. Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku birêz Ocalan bi heyeta CPTiyê re hevdîtin nekiriye. Rewşa tenduristî û jiyana Ocalan rê li ber xeterî û fikarek cidî ya gelê me vekiriye. Wek ku hûn dizanin hiqûqa netewî û navnetewî hatiye binpêkirin. Tecrîd êdî hatiye astek krîtîk. Em dixwazin gelê me, hêzên demokrasiye û her kesê li dijî tecrîdê rabe û nerazîbûnên xwe nîşan bidin.” 

‘Tecrîd îşkence ye” 

Ozturk bal kişandiye ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk de û wiha axivîye: “Her ku dengê Ocalan dihat bihîstin hem ji bo aştiya civakî hem jî ji bo siberoja Tirkiyeyê hêvî geş dibûn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên tecrîdê ya li ser birêz Ocalan polîtîkayeke nemirovane ya ji bîrkirinê dimeşîne. Divê her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike. Hatiye qonaxeke krîtîk. Birêz Ocalan hem ji bo gelê me û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn xwedî grîngiyek bi wate ye û em vê girîngiyê ji pratîkên wî berê dizanin. Ji ber ku firsend hat dayîn, bû dengê aştiya civakî. Em dîsa bang dikin; tecrîd di qanûn, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye pê ve girêdayî ye de cih nagire, tecrîd îşkence ye. Nêzîkî du sal in destûr nayê dayîn ku hevdîtin bê kirin, bi tu awayî parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinê û pêwendî deynin. Pêkanîna tecrîda mutleq hem îşkence û hem jî sûcê mirovahiyê ye. Divê birêz Ocalan demildest bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û ji niha û pê ve hiqûq û qanûn ji bo birêz Ocalan jî bên sepandin. Ji ber vê yekê îro em weke parlementer van pêkanînên tecrîdê, tecrîda ku ji pîvana mirovî derbas bûye û hatiye asteke krîtîk, qebûl nakin. Em ê êdî tehemûlê vê nekin.”  

Ozturk diyar kiriye ku heta destûr neyê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike ew ê li ber Wezareta Edaletê bin û gotiye: “Divê tecrîd nebe malzemeye siyaseta rojane. Nêzîkatiya li Îmraliyê ji bo me nêzîkatiya demokrasî, hiqûq û rûmeta mirovahiyê ye. Ev nêzîkatî wê di hemû biryarên siyasî yên ku em ê ji niha û pê ve bigirin de bi bandor bin. Em ê ji îro pê ve li dijî tecrîdê sebir nekin. Divê gavên berbiçav bên avêtin. Heta ku çalakiya me bigihîje encamê wê bidome. Tecrîd mirin e, tune hesibandin e. Yan em ê bi hev re rêyekê vekin, yan jî em ê rêyekê bibînin.”

Piştî daxuyaniyê parlamenteran li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe didomînin. (TY/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights