Ana SayfaGIŞTÎPARLAMENTERÊ HDPÊ YÊ RİHAYÊ İBRAHİM AYHAN HAT DESTESERKİRİN

PARLAMENTERÊ HDPÊ YÊ RİHAYÊ İBRAHİM AYHAN HAT DESTESERKİRİN

Parlamenterê HDPê yê Rihayê İbrahim Ayhan li Balafirxaneya GAPê ya Rihayê hat desteserkirin.

Li gorî nûçeya DHAyê, polîsan ji Ayhan re gotine, ji ber beşdarî daneşîna doza derbarê wî de nebûye, biryara zevtkirina wî hatiye standin ku doz ji ber parvekirinên wî yên medyaya civakî, bi sûcê “propagandeya rêxistinê”, li 5emîn Dadgeha Ceza yê Giran a Rihayê hatiye vekirin. Polîsan Ayhan ê ku desteser kirin, birin emniyetê.

Derbarê İbrahim Ayhan de

Di sala 1968an de li Siwêregê ji dayik bûye. Beşa Zooteknî li Fakulteya Zîraatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê qedandiye. Parlamenterê HDPê yê demên 24 û 25an e. Di 5ê Cotmeha 2010an de di çarçoveya doza KCKê de hat girtin. Dadgeha Bilind serîlêdana wî ya bi hinceta ku dema girtî maye “dema maqûl derbas kiriye” û “mafê wî yê hilbijirînê binpê kiriye” li dadgehê kiribû mafdar dît. Di 3ê Rêbendana 2014an de tevlî Parlamentera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim hat berdan. Zewicî ye û bavê du zarokan e

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights