Ana SayfaKURDISTANRêvebirîya Xweser jibo Mexdûrên Erdhejê li Penageha Şehba Konên Nû Vedide

Rêvebirîya Xweser jibo Mexdûrên Erdhejê li Penageha Şehba Konên Nû Vedide

Rêvebirîya Xweser ya kantonên Efrîn û Şehbayê ragihand ku ewê nêzî 900 çadir jibo hewandina mexdûr û derbiderên erdheja mezin ya 6ê Sibatê, vegirin.

Rêvebirîyê di preskonferansekê de bîlançoya zarar û encamên erdhejê herwiha rewşa mirovî û pêdivîyên gel, bi bîragiştî re parve kirin.

Hevserokê Revebirîya Xweser yê herêma Efrînê Bekir Elo bal kişand ku alîkarî pir hindik derbaz herêmê bûye.

“Ew alîkarî têra bersîvdana pêdivîyên jiber erdhejê derketine, nakin û bi taybet gelê li vir ji berê de derbider in û kanîna wan lawaz e”.

Elo herwiha dîyar kir ku 1000 xanî li gundên herêma Şehba herifîne û êdî zarar giheştiye 3 dibistanên herêmê.

“Rêvebirîya me 53 çadir jibo desteya perwerdeyê peyda kirine û jibo hewandina malbatên ku xanîyên wan herifîne, 400 çadir li ser komîn û meclîsên gundan belav kirine.”

Elo bi berdewamî got ku sazîyên navnetewî hawarçûn pir kêm şandiye herêmê û ew alîkarîya ku piştî 2 hefteyan giheşt ne li gor hewcedarîyê bû.

“Jiber dorpêça rejîma Sûrî, Rêvebirîya Xweser jî nikanîbû alîkarîya pêdivî bişanda herêmae Şehba. Pêdivî ne tenê bi doşek û betanîyan heye, derman û şîrê zarokan jî gerek in, herwiha şewit, çembera rejîma Sûrî rê nadin mazot û gaz derbaz herêmê bibe”.

Elo dîyar kir ku 20 hezar kesî ji bajarê Helebê berê xwe dane herêma Şehba û nahîya Şêrewa. “Jibo hewandina van derbideran, karê firehkirina 3 kampên li herêmê didome û bi giştî 420 konên nû ji wan re tên vedan.”

Hêjayî gotinê ye ku pirtir ji 100 hezar derbiderên Efrînî li penageha Şehba, li 5 kampan û 40 gundên vê devarê dijîn.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights