Ana SayfaJINHiqûqzan Kozan Dibêje jiber Sûcên Polîtîk Herî Zêde Jinên Kurd li Zindanên...

Hiqûqzan Kozan Dibêje jiber Sûcên Polîtîk Herî Zêde Jinên Kurd li Zindanên Tirkîyê Têne Girtin

Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) raporteke taybet li Enqerê ser Girtîgeha Jinê ya Sîncanê amade kir.

Rêvebira OHD’yê Baskê Enqerê, Çîgdem Kozan dibîje ku li girtîgeha Sîncanê û hin girtîgehên din yên Tirkîyê pirtir jinên Kurd rastî neheqî û êrîşên mezin tên.

Kozan îdia dike ku li tevahîya Tirkîyê jin di bin givaştina dewletê de ne, lê zordestîya ser jinên Kurd li gorî jinên Tirkîyê girantir e.

“Jinên Kurd pir caran têne ceza kirin. Di çalakîyekê de, wek nimûne di 8ê Adarê de, jinên Tirkîyê herî zêde bi dijberîya qanûna civînê û xwepêşandanê têne darizandin, lê jinên Kurd li Amedê yan jî li cîhên din yên Kurdistanê bi endamtîya rêxistinê tên darizandin.”

Kozan dîyar dike ku tevahîya êrîş û givaşên ser jinên Kurd yên polîtîk têne meşandin û dewletê di operasyonên dawî de ji bajarên din jimareke jin anîne Enqerê.

“Piranîya jinên Kurd yên sîyasetvan hatine girtin, aktivîsteke jin ya Kurd yekser bi endamê rêxistina tê tawanbar kirin. Di mehên borî de li hin bajarên Tirkîyê operasyonek hate kirin û gelek jinên Kurd hatin desteser kirin. Ti pêwendîya wan bi Enqerê re nebe jî ew hemû anîn Enqerê û li vê derê darizandin.”

Raport dîyar dike ku li hemberî jinên girtî yên Kurd cezayên wek mayîna li hucreya yekkesî, pûçkirina înfazê, astengkirina berdana tên xebitandin.

“Di destpêka sala 2021’an vir ve hewce bû ku jinên Kurd yên ku bi berdana bi şert derketana, ew maf ji destê wan hate girtin loma heta niha ji ti jin nehatiye berdan.”

Kozan herwiha bal dikşîne ser givaştin û zextên ser sazîyên jinên Kurdan.

“Li Tirkîyê gelek komelên jinan hene, lê komelên jinên Kurd yên wek KJA, TJA, ROZA rastî gelek êrîşên dewletê tên. Li ser van komelan dozên girtinê hatine vekirin û gelek endam û rêvebirên wan jî têne darizandin.”

Li gor pêzanînên Sazîya Înfaza Cezayê ya Tirkîyê, di sala 2022’yan de li girtîgehên Tirkîyê bi giştî 11 hezar û 677 jinên girtî hene. Li gor daneyên Wezareta Dadê jî li Enqere, Amed, Bakirkoy, Sîlîvrî, Erzîncan, Gebze, Înegol, Îzmîr, Tarsûs û Qeyserîyê bi tevahî 10 girtîgehên jinan hene û di nava girtîyan de rêjeya jinan jî % 4 e.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights