Ana SayfaSIYASETThe Economist: Li Tirkiyê demokrasî di asteke ciddî de hatiye sînordarkirin

The Economist: Li Tirkiyê demokrasî di asteke ciddî de hatiye sînordarkirin

Li gor rapora Kovara The Economist di sala 2022an de di nav 167 welatan de di rêza welatên demokratîk de yekemîn welat Swêde û Tirkiyê jî di rêza 103an de ye.

Kovara Economist rapora xwe ya salane ku tê de welatên herî demokratîk û yên antî-demokratîk rêz dike belav kir. Di raporê de puanên welatan li gor 5 xalên serekî wek pêvajoya hilbijartinê, birêveçûna hikûmetê, beşdarbûna siyasî, çanda siyaseta demokratîk û azadiya sivîl hatine dayîn.

Li gor rapora Economist Tirkiye di nav 167 welatan de di rêza 103an de ye û puanê wê jî 4.35 e. Welatê Efrîqaya Rojava Gambiya bi 4.47 puanan li pêşiya Tirkiyê ye ku di rêza 102an de ye. Sala 2021ê jî puanê Tirkiyê 4.35 bû. Herwiha di rapora Economist ku ji sala 2006an ve tê belavkirin heta niha Tirkiyê tenê di sala 2012an de puanê herî zêde wergirtibû ku ew jî 5.76 puan bû.

Di raporê de girêdayî Tirkiyê tê gotin: “Tirkiye li ser binpêkirina nirxên demokratîk berdewam e. Tirkiye li navçeyê yekane rejîma têkile (melez). Wate demokrasî di asteke ciddî de hatiye sînordarkirin. Hilbijartin ne azad û dadwer in, li ser medyayê sansûr heye û serweriya hiqûqê lawaz e û gendelî zêde ye. Tirkiyê di serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de 10 salên dawî puaneke zêde wenda kiriye. Di sala 2012an de puanê Tirkiyê 5.76 bû, lê di sala 2022an de 1.41 puan wenda kiriye û daketiye 4.35 puanî. Ew encama rêvebirina otokratîk e.”

Di raporê de behsa yasaya sansûrê ya ku li Parlamentoya Tirkiyê hatibû qebûlkirin jî hatiye kirin û tê gotin ku vê yasayê guşareke zêde çêkiriye.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights