Ana SayfaSIYASETNebûna pirsa Kurd di bernameya 6 partiyan de bû sedema karvedanan

Nebûna pirsa Kurd di bernameya 6 partiyan de bû sedema karvedanan

Bernameya maseya 6 partiyên opozisyonê ku ji CHP, ÎYÎ Partî, DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Seadet û Partiya Demokrat pêk tê, nebûna ti pilanek ji bo çareserkirina pirsa Kurd bû sedema karvedanan.

Duh Duşemê 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê eger bibin desthilat bernameyeke hevbeş a hikûmeta xwe eşkere kirin. Lê di bernameya wan de bi eşkere behsa pirsa Kurd û çawaniya çareseriya wê nayê kirin.

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek ji Rûdawê ragihand ku dê helwesta Kurdan li hember vê nêzîkatiya opozîsyonê hebe.

Serokê Partiya Komînîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek got: “Di peyama dûr û dirêj de derheqê gelê Kurd, gelê bindest, Qizilbaş û hemû baweriyên bindest de, qet tiştek nîne. Careke din wek berê ji Kurdan re dibêjin bila bar û kulfetê demokrasiyê li ser milê we be, lê bila sûd û nîmeta wê ji me re be. Siyaseta Kurd û Gelê Kurd dê derbarê vê yekê de helwesta xwe nîşan bidin.”

Bernameya rêvebirina hikûmetê ya 6 partiyên opozîsyonê ji 9 sernav  û zêdeyî 2000 xalan pêk tê.

Tenê di maddeyekê de bêyî ku amaje bi zimanê Kurdî bê dayîn behsa rakirina astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê dayikê, çand û hunerê tê kirin.

SerokwekîlaFraksyona HDPê jî beşek ji xalên bernameya 6 partiyan erênî dibîne, lê di mijara çareseriya pirsa Kurd e lawaz. 

SerokwekîlaFraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş got: “Bêguman ez nikarim bibêjim nerênî ye, bo mînak li pêşiya min hinek xal hene. Qeyum helbet derbeyeke ciddî ya demokrasiyê ye, lê di warê dadmendiyê de min tiştek cidî nedît. Gotine dê benda hilbijartinê bo ji sedî 3 dakeve, lê em ji destpêka avakirinê ve dibêjin bila ji sedî sifir be. Lê ji sedî 3 jî ne xirab e. Em di wê baweriyê de ne ku divê di mijara meseleyên bingehîn û pirsa Kurd de xebatên cedîtir bên kirin. Restore dike, lê di mijara çareseriya bingehîn de gelek kêmasî hene.”

Sed û sê roj ji bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyê mane. Desthilat û opozîsyon vê hilbijartinê wek meseleya man û nemanê dibînin. Dengên Kurdan jî di piraniya hilbijartinan de yekalîker in û çavê bi milyonan Kurdên Bakurê Kurdistanê derbarê pirsa Kurd de li pêngavên berbiçav in.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights