Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊDerbarê serokên 12 baroyên Bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin

Derbarê serokên 12 baroyên Bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin

Derbarê serokên 12 baroyên Bakurê Kurdistanê de, ji ber daxuyaniyeke hevbeş a li ser êrîşên asmanî yên artêşa Tirkiyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê lêpirsîn hat despêkirin.

Artêşa Tirkiyê di Mijdara 2022an de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û çend navçeyên Sûriyê yên di bin kontrola HSDê de operasyoneke esmanî pêkanîbû û ew operasyon di nav piraniya aliyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên Bakurê Kurdistanê de bûbû sedema karvedanan.

Serokên 12 baroyên parêzgehên Amed, Agirî, Êlih, Çewlig, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê dijî wê operasyona 20ê Mijdara 2022an a artêşa Tirkiyê ya bi navê Pençe Şûr bi sernavê “Divê em di hemû şertûmercan de azadiyê biparêzin” daxuyaniyek hevbeş belav kiribûn û ji aliyên peywendîdar ên Tirkiyê daxwaz kiribûn ku pirsgirêk bi rêya diyalog û aşitiyê bên çareserkirin ne bi şer.

Li gor zanyariyan Serodozgeriya Komarî ya Amedê bi hincetên “sivkatîkirina bi milletê Tirk, dewleta komara Tirkiyê û sazî û organên dewletê” derbarê serokên  wan 12 baroyên Bakurê Kurdistanê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren derbarê lêpirsînê de ragihandiye ku wan ew daxuyanî bi armanca aştiyê belav kirine û gotiye: “Armanca lêpirsînê ew e ku me ji van qadên çalakiyê dûr bixin.”

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights