Ana SayfaSIYASETSerokomarê Iraqê: Heta Tirkiye sînorên me binpê bikin rewşeke asayî pêk nayê

Serokomarê Iraqê: Heta Tirkiye sînorên me binpê bikin rewşeke asayî pêk nayê

Serokomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd gotiye: “Hebûna Tirkiyeyê ya li nav sînorên me; gelekî zêde ye, gelekî berbiçav e û nayê qebûlkirin.”

Serokomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd li bajarê Davosê yê Swîsreyê beşdarî Forûma Ekonomîk a Cîhanê (WEF) bûye û bersiva pirsên Rûdawê daye.

Reşîdî ji bo leşkerên Tirkiyeyê yên li nav sînorên Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal de gotiye, “Hebûna Tirkiyeyê ya li nav sînorên me; gelekî zêde ye, gelekî berbiçav e û nayê qebûlkirin.”:

“Cara dawî ku min bi dîplomatên wan re hevdîtin kir, min ji wan re bersivek şand û got heta sînorên me binpê bikin whe têkiliyên me ne di asayî bin. Carinan derbasbûna sînorê me digihîje Silêmaniyê.

“Gelê kurd ji vê yekê nerazî ye, gelê Iraqê, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji vê yekê nerazî ne.”

Beşek ji axavtina Serokomarê Iraqê wiha ye:

Tu vê dawiyê bi telefonê ligel Serokomarê Tirkiyê axivî. Weke tu dizanî Tirkiyeyê di demên nêzîk de serweriya Iraqê him ji bejayî him jî ji asmanî binpê kir. Hûn li ser vê mijarê axivîn? 

Em li ser wê yekê axivîn. Em Tirkiyê weke cîranekî girîng dibînin û bazirganiyeke me ya pir xurt pê re heye, ya girîng jî ew e ku çavkaniya sereke ya avê ya Iraqê ji Tirkiyeyê tê lê Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, gelê iraqê, gelê kurd jî li dijî ketina Tirkiyeyê ya ji bejayî û asmanî ye û bi her awayî jê nerazî ye. Wezareta Derve ya Iraqê çend caran hişyarî daye wan. Cara dawî ku min bi dîplomatên wan re hevdîtin kir, min ji wan re bersivek şand û got heta sînorên me binpê bikin whe têkiliyên me ne di asayî bin. Carinan derbasbûna sînorê me digihîje Silêmaniyê. Gelê kurd ji vê yekê nerazî ye, gelê Iraqê, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji vê yekê nerazî ne.

Heman tişt ji bo Îranê jî bi vî şêweyî ye 

Ev ji bo her welatekî rast e û nabe sînorên me bên binpêkirin. Em carna gazinan ji Sûriyeyê dikin ku terorîst lê tên û ji welatên din ku terorîst jê tên. Wek hûn jî dizanin li başûrê Iraqê terorîst derbasî Iraqê bûn û me hişyarî da wan. Lê hebûna Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Em hêvîdar in ku ew guh bidin şîretên me û hin pirsgirêkên me yên din bi Tirkiyeyê re hene ku em hêvîdar in çareser bibin. Yek ji wan pirsgirêka avê ye. Ji her demê zêdetir li Iraqê pêwîstiya me bi avê heye û ji her demê zêdetir li Tirkiyeyê pêwîstiya wan bi avê heye, lê divê em bigihên pareke adil ku bi rêkeftina di navbera me û Tirkiyê de ji Iraqê re bê vegerandin da ku em ji wê parayê bêpar nemînin.

Carinan kotaya me ya avê ewqas kêm bûye ku me nekariye çandiniya xwe bi rêk û pêk bimeşînin.  Di heman demê de ji bo çareserkirina kêmbûna avê li Iraqê jî divê em hinek planan deynin û rêveberiya xwe ya avê bihêztir bikin û rê li ber xerabûna avê bigirin. Niha her kes li Iraqê ji berê zêdetir avê bikar tîne, çandiniya me zêdetir e û nifûsa Iraqê gihîştiye 40 milyonî. Ji bo van jî me çend pilan danîne ku ji bo cîbicîkirina wan dem lazim e û em hêvîdar in ku welatên cîran alîkariya me bikin. (SD/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights