Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊŞenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê

Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP’î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê

Mehmet û Ferît Şenyaşar ên ji “komkujiya li nexweşxaneyê” bi saxî filitîn, diyar kirin ku li nexweşxaneyê Celal Yildiz gotiye “Her kesî bikujin” û Emîne Şenyaşarê jî got ku bi fermana Îbrahîm Halîl Yildizê AKP’î zarokên wê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. 

Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parastvan û xizmên Parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, ji malbata Şenyaşarê 3 kes qetil kiribûn. Danişîna ewil a der barê êrişên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de, piştî 4 sal û 4 mehan li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Meletiyê hat lidarxistin. Danişîn piştî navberê bi beyanên muştekiyan didome.

ŞENYAŞAR: CELAL GOT, ‘ME NEBIN NEXWEŞXANEYÊ DÊ ME BIKUJIN’

Emîne Şenyşarê di danişînê de bi kurdî axivî. Şenyaşarê behsa bûyerê kir. Şenyaşarê diyar kir ku wê bûyera li dikanê nedîtiye û got: “Li nexweşxaneyê hevjînê min û zarokên min kuştin. Me gazî texsiyê kir. Lê ji tirsa bersûcan kesî em li texsiyê siwar nekirin. Kurê min Celal got, ‘Me nebin nexweşxaneyê dê me bikujin.’ Wekîl got, ‘gere hûn wan bibin vê nexweşxaneyê.’ Zarokên min di nava destê dewletê de hatin kuştin. Hemû delîl bi we re ne, lê hûn nikarin eşkere bikin. Hevjînê min û zarokên min li ber çavê polîsan hatin kuştin. Li odeya pansûmanê li hevjînê min xistin. Hevjînê min rahişt potikê pansûmanê xwîna xwe paqij kir. Kesekî din got, ‘ez ê te bikujim.’ Hemû li ser serê hevjînê min kom bûn. Çavê hevjînê min derxistin.” Şenyaşarê îşaret bi Emîne Yildizê kir û got: “Ev jinik li her du cihan jî bû (kargeh û nexweşxane).” 

KÊ GEF LI EMÎNE ŞENYAŞARÊ XWARIN?

Piştî vê Emîne Yildizê dengê xwe bilind kir û ji Emîne Şenyaşarê re got, “Tu derewan dikî, tu bêbextiyan dikî.” Emîne Şenyaşarê ku axaftina xwe domand, got: “Piştî li hevjînê min xistin, hevalê kurê min ez derxistim derve. Zilamê wan hat, dê li min bixista. Ger wî bibînim, ez ê karibim teşxîs bikim. Yekî ne kin ne dirêj bû, emrê wî li etxma yê hevjînê min bû. Wî ji min re got, ‘ez ê te bikujim.'” Şenyaşarê diyar kir ku ew çûye hecê û derewan nake û got: “Kî kurê min kuştiye, kujer kî ye, hemû di qeydan de hene. Qeydan eşkere bikin. Qeydên dikanê jê birine. Erdogan (Serokkomar) pê dizane, hikûmet pê dizane, her kes pê dizane ku bê ev kî ne. Ew ê şîşko kurê min kuşt, çima hûn wî zevt nakin? Lê 5 sal in we kurê min xistiye hucreyekê. Kurê min berdin, ez jî herim mala xwe.” 

Piştî mudaxileya parêzerên bersûcan, ji Emîne Şenyaşarê pir hatin kirin. Emîne Şenyarê got: “Di destê hemûyan de çek hebû. Kesên derketin derve, destê hemûyan bixwîn bû. Hemû di qeydan de hene. Çima hûn ji min dipirsin. Xwedê heq şahid e, her tişt rast e. Kurê min berdin.” 

Piştî îfadeya Emîne Şenyaşarê Parlementerê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz tevî parastvanên xwe ji edliyeyê derket. 

CELAL YILDIZ GOT ‘HER KESÎ BIKUJIN’

Paşê Mehmet Şenyaşar axivî ku di bûyerê de birîndar bûbû. Şenyaşar got: “Bi çekê bera min jî dan. Ez birîndar kirim. Min ji nigê xwe derb xwar û ji ser sedyeyê ketim erdê û bi vî awayî xelas bûm. Celal Yildiz bi çekê ket hundirê nexweşxaneyê û got, ‘her kesî bikujin, kesî sax nehêlin.'” Mehmet Şenyaşar xwest kesên tiliya wan di vê bûyerê de heye hemû bên girtin. 

Paşê Ferît Şenyaşar axivî. Şenyaşar bilêv kir ku li Pirsûsê sûcê li hemberî mirovahiyê hatiye kirin û got ku bi saya Walî Abdûllah Erîn ji êrişê xelas bûye. Şenyaşar wiha domand: “Ger ev pêvajoya hilbijartinê biqede û ev hikûmet biçe, wekî Walî Erîn gotiye, gava qeydên nexweşxaneyê berpêşî dadgehê bên kirin dê rastî derkeve holê. Ez dixwazim Walî Abdûllah Erîn bê guhdarkirin.” 

Paşê rapora pêzaniyê û ya Saziya Tiba Edlî û hin belgeyên daxilî nava dosyeyê hatine kirin hatin xwendin. 

Piştî raporan dê parêzerên malbata Şenyaşarê biaxivin. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights