Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊMalbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de...

Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne

Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne got: “Ak Partî û hikûmet xwe kerr, kor û lal dike. Em bi daxwaza xwe ya maf, hiqûq û edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê bin.” 

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar di êrişê de hatibûn hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were. Ji ber ku îro edliye girtî ye, malbat li mala xwe ya li Pirsûsê di roja 677’emîn de çalakiya xwe didomîne.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Ji ber ku hikûmet li pişt parlamentere ku sûc kiriye ye, du sal in daye li ber edliyeyê rûdinê. Hemû heqîqet derket holê. Ak Partî û hikûmet xwe kerr, kor û lal dike. Em bi daxwaza xwe ya maf, hiqûq û edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê bin.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights