Ana SayfaSIYASETReuters: Dibe ku Dîplomatên Tirk, Rûs û Sûrî Nav Vê Mehê Bicivin

Reuters: Dibe ku Dîplomatên Tirk, Rûs û Sûrî Nav Vê Mehê Bicivin

Karbidestekî payebilind yê Tirk îro Çarşemê ji Reuters re ragihand ku Tirkîye, Sûrîye û Rûsya armanc dikin ku civîna wezîrên xwe yên derve di vê mehê de pêk bînin.

Karbidestê ku nave wî nehatiye eşkere kirin, ji ajansê re got ku ev hevdîtin dibe ku berî yan piştî seredana Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ya ji Amerîka ya di 18’ê Rêbendanê de pêk were.

Wî karbidestî got ku hîn hûrgilîyên hevdîtinê zelal nebûne, lê civîn wê li Moskowê yan cîhekî din pêk were.

Wezîrên berevanîyê yên Tirkîyê û Sûrîyê meha borî li Moskowê li ser ewlehîya sînor û mijarên din civîbûn.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan hefteya borî gotibû ku ew piştî civîna sêalî ya wezîrên derve dikare bi Serokê Sûrî Beşar Esad re bicive.

Heman karbidest got ku civîna dîplomatên payebilind wê gotûbêjan ji mijara ewlehîyê dûr bixe û wê ber bi mijarên sîyasî ve bibe ku ev yek jî bibe bingeha hevdîtina Erdogan û Esad.

Karbidestekî din yê payelebilind yê Tirk jî ji Reutersê re got ew di mijara vegera ewle ya penaberên Sûrî û di armanckirina YPG’ê de hevkarîya Şamê dixwazin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights