Ana SayfaSIYASETGumanbarê êrişa Kolana Istîklalê li Bulgaristanê hatiye desteserkirin

Gumanbarê êrişa Kolana Istîklalê li Bulgaristanê hatiye desteserkirin

Ji ber êrişa Kolana Îstîklalê derbarê Haznî Golgeyî de biryara zeftkirinê hatibû dayîn. Golgeyî duh li Bûlgarîstanê hatiye desteserkirin û piştre wî welatî ew dersînor kiriye. Her weha duh ji aliyê wezîfedarên Rêvebiriya Polîsan a Edîrneyê ve hatiye desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna êrîşa li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê de derbarê Haznî Golgeyî de biryara lêgerînê hatibû dayîn. Haznî Golge duh li Bulgarîstanê desteser kirine û anîne Tirkiyeyê.

Di êrîşa bombeyî ya ku di 13ê Çiriya Paşiya 2022an de li Kolana Îstîklalê pêk hatibû de 6 kes miribûn û 81 kes jî birîndar bûbûn. Ehlam Albeşîra ku çalakî li dar xistibû û tevî 61 kes bi tohmeta ku alîkarî û piştgirî dane êrîşê hatibûn desteserkirin. Ji wan 22 kes ji bo dersînorkirinê şandibûn Îdareya Koçberan a Bajar û 26 kes jî hatibûn girtin. Her weha li ser 3 ji wan hukmên kontrola edlî hatibû sepandin.

Tê îdiakirin ku Haznî Golge alîkariya Bîlal Hesen kiriye ku reviye derveyê welat. Hesen bi tohmeta ku plana êrişê çêkiriye tê sûcdarkirin. Golge li Bulgaristanê hatiye desteserkirin û radestî rayedarên Tirkiyeyê kirine.

EkîbênTêkoşîna Dije Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê Golge li Edîrneyê girtiye û anîne Stenbolê.(AS/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights