Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊRaporata CHPê: Tirkiye di azadiya medyayê de di rêza 149an de ye

Raporata CHPê: Tirkiye di azadiya medyayê de di rêza 149an de ye

Parlamenterê CHPê ya Eskişehirê Utku Çakirozer, bi helkefta 10ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin “Rapora Azadiya Medyayê ya 2022an” eşkere kir. Li gor raporê sala 2022an mehane herî kêm 50 rojnamevan hatine darizandin.

Li gor raporê sala 2022an 505 rojnamevan hatine darizandin, 80 hatine desteserkirin û 30 hatine girtin. Herwiha 18 rojnamevan rûbirûyê êrîşa fizîkî bûne û weşanên gelek televîzyonan hatine qedexekirin û ceza li wan hatiye birîn.

Utku Çakirozer dibêje: “Gef, astengî, sansur û zexta li dijî rojnamevanan bi dawî nabe. Rojnamevan ji ber nûçe û parvekirinên sosyal medyayê bêkar dimînin, gef li wan tên xwarin, tên darizandin, ceza li wan tê birîn û tên zindanîkirin. Weşanên televîzyonan tên qedexekirin.”

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu jî raporek derbarê azadiya rojnamevanan de amade kir. Li gor raporê di dema desthilata AKPê de di navbera salên 2002 – 2022an de 848 rojnamevan hatine girtin. Tanrikulu dibêje, Tirkiye sala 2022an li ser asta cîhanê di nav 180 welatan de di azadiya medyayê de di rêza 149an de cîh digre.

Tanrikulu got: “Sala 2022an derbarê rojnamevan û saziyên medyayê de herî kêm 174 dadgeh hatin kirin. Herî kêm 263 rojnamevan hatine darizandin û herî kêm 40 rojnamevan hatine cezakirin. Herî kêm 92 sal û 11 meh û 15 roj cezaya girtîgehê û 317 hezar û 900 lîre cezaya pereyan li rojnamevanan hatiye birîn.”

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights