Ana SayfaSIYASETCîgirê Hevseroktîya HDP'ê, Tîryakî Biryara Dadgehê Cemidandina Alîkarîya Xezîneyê Dinirxîne

Cîgirê Hevseroktîya HDP’ê, Tîryakî Biryara Dadgehê Cemidandina Alîkarîya Xezîneyê Dinirxîne

Cîgirê Serokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Rustu Tiryakî dibêje ku biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê ya cemidandina alîkarîya Partîya wan biryareke sîyasî ye.

Tîryakî got ku biryar li ser daxwaza Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û hevkara wê ya biçûk Partîya Tevgera Netewepewer (MHP) hatiye dayîn.

“MHP ev demek e dirêj e ku jibo cemidandina alîkarîya ji xezanîyê li dijî me kempeynê dimeşîne, lê Dadgeha Qanûna Bingehîn berê ev daxwaza Serdozgerîyê red kiribû. Piştî ku MHP’ê di demên dawî de careke din ew kempeynaa xwe zêde kir, Serdozgerî careke din serî li dadgeha bilind da û dadgehê bi kindemî dest danî ser hesabên me.”

Tiryakî da zanîn ku doza girtina HDP’ê biryareke sîyasî ye ku ji alîyê partîyên netewperest û şovenîst yên wek MHP, Partîya Vatan, BBP ve hatiye destpê kirin.

“Ji destpêkê ve me digot ku dosyaya li ser me biryareke sîyasî ye û cemidandina hesabên me yên alîkarîya ji xezîneyê îro jî kiryareke sîyasî ye. Bi vê biryarê dadgeh nîşan dide ku xwe radestî hikûmetê kiriye.”

Sîyasetvanê Kurd Tiryakî, ku bi xwe parêzer e, dibêje ku ti bingeheke qanûnî ya vê daxwaza dozger û biryara dadgehê tuneye û armanca wê biryarê ew e ku HDP di hilbijartina pêş de serketî nebe.

“Kêmtirî 6 meh ji hilbijartinan re maye û dibe ku di 3,4 mehan de hilbijartin were kirin. Armanca vê biryarê ew e ku partîya herî mezin ya sisêyan, partîya muxalefetê HDP nikaribe karê xwe yê hilbijartinê bimeşîne. Helbet ev biryar wê zirarê bide xebatên me, lê em hêvîdar in ku gelê me wek 30 salên borî, îro jî piştgirîya partîya xwe bike. Berî HDP’ê partîyên din yên Kurdan yên wek DTP, BDP, HADEP hatin girtin, lê wan gîş ti alîkarî ji xezîneyê nestandibn û tenê bi piştgirîya gelê me xebat dikirin.”

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights