Ana SayfaSIYASETErdogan û Yapicioglu civiyan; HUDA PAR tevli kîjan tifaqê dibe?

Erdogan û Yapicioglu civiyan; HUDA PAR tevli kîjan tifaqê dibe?

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ragihand ku şeva Pêncşemê 5ê Çileyê 2023an li Enqereyê ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyaye û diyar kir, di civînê de ligel çend mijarên din mijara hilbijartinê jî gotûbêj kirine.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam û Sekreterê Giştî yê partiyê Şehzade Demîr jî di resepsiyona li Navenda Giştî ya AK Partiyê de amade bûn.

Hevdîtina Erdogan û Zekeriya Yapicioglu ji çapemeniyê re girtî hat kirin û bi qasî saetekê dom kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu dema ji Navenda Giştî ya AK Partiyê derket, pirsên rojnamevanan ên derbarê hevdîtinê de bersivand.

Yapicioglu diyar kir ku di hevdîtinê de ligel çend mijarên di rojevê de mijara hilbijartinê jî gotûbêj kirine û got: “ji yekê zêdetir pêşniyarên tifaqê hene, divê hinekî din em bi sebir bin. Dê hevdîtinên me berdewam bin. Dema em hatin qonaxa biryarê em dê ligel raya giştî parve bikin.”

Zekeriya Yapicioglu, gotina xwe ya “Em dikarin tevli tifaqekê bibin” bi bîr xist û li ser pirsa gelo ev civîn civîna tifaqê ye yan na, got ku ew îro nikarin daxuyaniyeke berfireh bidin.

Yapicioglu bi bîr xist ku wî pêştir jî bi Erdogan re hevdîtin kirine û got, “Me bi serokên partiyên din re jî hevdîtin pêk anîn. Hevdîtinên me dê bidomin. Hûn dê hinekî bi sebir bin. Dema ku mijar zelal bibin, bi hêvî me ku mijar bi riya we bi raya giştî re werin parvekirin. Gelek sernavên me hebûn. Belê, em axivîn. Hilbijartin yek ji van sernavan bû.”

Li ser gotina “Te gotibû ku eger teklîf hebe em dikarin beşdarî tifaqê bibin”, Yapicioglu diyar kir ku ji yekê zêdetir teklîf hene.

Li ser pirsa, gelo îro pêşniyar (tifaq) ji we re hat, Serokê Giştî yê HUDA PARê ragihand, “Hinek din sebir. Belê, yek ji mijarên ku em li ser axivîn hilbijartin bû. Hevdîtinên me dê bidomin. Dema ku zelal bibe, dema ku em werin qonaxeke biryarê em dê parve bikin. Em dê bi dizî karekî nekin.”

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights