Ana SayfaSIYASETSerokê DEVA Babacan Soza Çareserkirina Pirsgirêka Kurd Dide

Serokê DEVA Babacan Soza Çareserkirina Pirsgirêka Kurd Dide

Çareserkirina pirsgirêka Kurd deynê histuyê me ye.”

Plana Çalakîya Mafên Bingehîn ji 18 xalan pêk tê; dewleteke ku rûmeta mirov esas digre, mafê jîyanê, azadîya ol, vîcdan û bawerîyê, azadîya bi rêxistinbûnê, hemwelatîbûna wekhev, azadîya ramanê, mafên sewalan, azadîya çapemenîyê, mafên jinan, mafên civakî, mafên sîyasî, mafên jîngehê cî digirin.

Babcan ragihand ku pirsgirêkên ku li Tirkîyê hene wê di desthilatîya wan de bi tevahî çareser bin.

“Em dixwazin bibin dengê hemû Tirkîyê û pirsgirêkên 85 mîlyonî çareser bikin. Em daxwaza hemwelatîyên xwe jibo perwerdeya zimanê zikmakî wekî mafekî bingehîn ya mirovî dibînin. Emê mafên hemwelatîyên xwe demûdest û bê şert binasin.”

Babacan li ser mayîndebûna Tirkîyê jî rawestî û got ku desthilatî vê mayîndebûnê ji devê xwe kêm nake, lê di her warî de wê yekê lawaz dike.

Babacan got ku çereserkirina pirsgirêka Kurd jî wek deynê ser milên wan e.

“Mayîndebûna Tirkîyê bi parastina mafên mirovan girêdayî ye. Rêya çareserkirina pirsgirêkên Tirkîyê di wekhevîyê de, ji azadîyê re derbaz dibe. Em wekhevîya 85 mîlyonî wek çareserî dibînin. Êdî dema şikandina qeydan hatiye. Em jibo problemên neçaresekirî derketin rê. Çareserkirina pirsgirêka Kurd, çareserkirina pirsgirêka Alevîyan em wek deynê rûmetê dibînin.”

Di Plana Çalakîya Mafên Bingehîn ya Partîya DEVA’yê de madeyekî din jî daxwaza guhertina xala 66’an ya Makezagona Tirkîyê ye. Di vê xalê de wiha tê gotin: “Her kesê/a ku bi Dewleta Tirk ve bi reza hemwelatîyê ve girêdayîye ew Tirk e. Zarokê/a bavekî Tirk an jî dayikeke Tirk jî Tirk e.”

Babacan ragihand ku ew dixwazin ku di vê madeyê de pêşnîyareke guhertinê bikin.

“Me di programa partîya xwe jî me dîyar kiribû ku pêdivîya me bi hemwelatîbûneke berfireh heye û divê, ti kes dervehiştî nebîne. Loma jî em pêdivî dibînin ku di Qanûna Bingehîn de ev yek jinû ve were zelal kirin û em jî pêşnîyar dikin ku di madeye 66’an de ev yek jinûve were saz kirin.”

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights