Ana SayfaJINŞûraya Dewletê: Biryara betalkirina Peymana Stenbolê li gorî hiqûqê ye

Şûraya Dewletê: Biryara betalkirina Peymana Stenbolê li gorî hiqûqê ye

Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şûraya Dewletê, biryara betalkirina Peymana Stenbolê ya Serokomarî pesend kiriye. Piştî ku bi Biryara Serokomarî Peymana Stenbolê hatibû betalkirin, saziyên jinan û rêxistinên jinparêz, serî li Şûraya Dewletê dabûn û xwestibûn biryara betalkirinê ji holê rake. Daîreya 10an a Şûraya Dewletê, di encama dadgehkirinê de diyar kiribû ku betalkirina Peymana Stenbolê ne li dijî hiqûqê ye.

Piştî vê biryarê saziyan serî li Lijneya Daîreyan a Dozên Îdarî ya Şûraya Dewletê dabûn. Duh Lijneyê biryara xwe aşkere kiriye û daxwaza saziyên jinan û rêxistinên jinparêz nepejirandiye. Sedema vê biryarê wê paşê aşkere bibe.

Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gulluyê bertek nîşanî biryara Lijneyê daye û gotiye ku ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin, ger encamekê bidest nexin, wê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin: “Ev ne hiqûqî ye. Şûraya Dewletê mîna ku şanoyê bi jinên ji çar hêlên Tirkiyeyê hatine bide temaşekirin, 4 danişîn pêk anîn. Dadwer di vê pêvajoyê de kêf û şahî kirin. Betalkirina Peymanê ne hiqûqî ye û ev delîla rêvebiriya yek mêrî ye. Tiştekî nebaş e ku kesên li dijî vê dernekevin cubeyî li xwe bikin.”

Çi bûbû?

Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin.

Jin ji 20ê Adarê pê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê parastina Peymana Stenbolê didomîne. (EMK/FD) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights